Kadrî Gursel: Îdîa li dijî hiş û aqilan in 2017-07-24 15:10:09 STENBOL - 1'emîn rûniştina doza 11 jê girtî 17 endam û rêveberên Rojnameya Cumhuriyetê, li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê dest pêkir. Di rûniştinê de Şêwirmendê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Rojnameger Kadrî Gursel parastin kir û diyar kir ku îdia li dijî hiş û aqilan in. 1'mîn rûniştina doza 11 jê girtî 17 xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê yên rojnameger li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê dest pê kir. Beriya Rûniştinadozê Rêveberên Sendîkaya Rojnamegerên Tirkiye (TGS), li ber Rojnameya Cumhuriyetê kom bûn û heta avahiya edliyê meşiyan. Bi sedan rojnameger tev li meşê bûn û silogana “Çapemeniya azad nayê bêdengkirin" berz kirin. Koma TGS'ê li ber edliyê bi çepikan hatin pêşwazîkirin. Rêveberên TGS'ê piştî meşê li ber edliyê daxuyanî dan. TGS'ê di daxuyaniyê de pankarta "Di vê doza Cumhuriyetê de Ji bo Rojnamegeran Edalet û Azadî" û "Em di vê doza Cumhuriyetê de hemuyan dixwazin" vekirin. Parlamenterên HDP'ê Garo Paylan, Filiz Kerestecioglu, Nûnerên Disk-Basın Îş, Sendikaya Rojnamegerên Tirkiye, Înîsiyatifa Rojnamegerên Azad, wekîlên Parlamentoya Ewropa, nûnerên KESK, parlamenterên CHP'ê Barış Yarkadaş, Hevberdevka HDK'ê Gulistan Koçyîgît û gelek rojnamegerên din amade bûn. Di daxuyaniyê de dowîzên "Heq, hiqûq û edalet" û "Ji Cumhuriyetê re azadî" ya ku wêneyên rojnamegerên girtî li ser hebû rakirin. Parlamentera HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, diyar kir ku li Tirkiye azadiya îfadeyê tune ye û ji ber vê yekê kedkarên çapemeniyê girtî ne û wiha got: "Li Tirkiye rojnameger, kedkar, jin, siyasetmedar tev wekî terorîst tên pênasekirin. Yên ne terorîst in tenê îktîdar in." Piştî daxuyaniyê rûniştina doza rojnamegerên ku 9 mehin girtî ne destpê kir. Di rûniştina dozê de rojnameger, xizmên rojnamegerên girtî, Serokwekîla Koma HDP'ê Filiz Kerestecîoglu, parlamenterê HDP'ê Garo Paylan, wekîlê CHP'ê Îlhan Cihaner, Alî Şeker, Gamze Îlgezdi, Sezgin Tanrıkulu, Gursel Tekin, Mahmut Tanal, Mehmet Tum, wekîla serbixwe Aylin Nazlıaka, Seroka Giştî ya Malên Gel Oya Ersoy, Seroka Giştî ya EMEP'ê Selma Gurkan, Serokê Giştî ODP'ê Alper Taş, nûnerên Ji bo Demokrasiyê Yekîtî, hunermend û gelek rojnamegerên din amade bûn. Di ketina salona rûniştinê de îstîham çêbû. Ji bo şopandina dozê hezar û 100 parêzeran wekalet da dadgehê. Ji ber li salonê cihê 150 kesan hebû heyeta dadgehê diyar kir ku dê tenê 57 parêzeran bixe salonê û yên din li derve bihêle. Ji ber ku hêjmara parêzeran zêde bû gelek parêzer û rojnamegerên xwestin dozê bixopînin li derve man. Rûniştinê bi xwendina nasname, îdîanameyan dest pê kir. Piştre Şêwirmendê Weşanê yê Rojnameya Cumhuriyetê Kadri Gursel dest bi parastinê kir. Parastina Gursel didome. Di rûniştina dozê de gotina Serokê dadgehê ya "Li vê salonê parêzer ji bersûcan bêtir talûke ne" bal kişand. Di rûniştina dozê de Rojnameger Kadrî Gursel parastin kir. Gursel parastin kir û diyar kir ku îdia li dijî hiş û aqilan in. Gursel, anî ziman ku rojnameger dikarin bi her kesan re hevditin bikin û ev sûc nayê hesibandin. Hemû îdiayên der barê min de ji rastiyê dûr in. " Gursel, anî ziman ku dozger erka xwe îhmal kiriye û beraeta xwe xwest. Rûniştinadozê bi îfadeya Gursel berdewam dike