Saziyên sivîl: Em piştgiriyê didin berxwedana HDP’ê 2017-07-24 15:51:35 AMED – Saziyên civaka sivîl ên Amedê piştgirî dan deklarsyona “Plana Çareseriya Demokrasiyê” û destnîşan kirin ku çalakiya “Nobeta berxwedanê” ya HDP’ê nêzî feraseta wan û ji ber vê dê piştgiriyê bidin HDP. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl ên Amedê piştgirî dan deklarsyona HDP’ê ya bi navê “Plana Çareseriya Demokratîk” û dan xuyakirin ku ew ê piştgirî bidin çalakiya “Nobeta berxwedanê" jî ya HDP. HDP dê sibê Civîna Koma xwe ya Meclîsê li Parka Koşuyolu ya Amedê li dar bixe û pişt re dê dest bi “Nobeta berxwedanê” ya hefteyekê bikin. Dê gelek parlamenterên HDP'ê di çalakiyê de cih bigirin. Nûnerên saziyên civakî yên sivîl derbarê vê çalakiyê de nêrînên xwe anîn ziman. 'BIRYAREK DI CIH DE YE’ Hevserokê Şaxa SES’ê yê Amedê Recep Oruç destnîşan kir ku aşkerekirina deklarsyonê ji bo civakê çiqas bi nirx be ji bo wan jî bi nirxe û wiha got: “Cihê çareseriyê nav civakê ye. Civak her tim bûye cihê çareseriya qeyran û aloziyan. Yê ku ji me fêm bike û guhdar bike gelê me ye. Em çiqas ji civakê hêz bigirin dê ewqas qeyran zû bên çareserkirin. Biryara çûyîna nav gel biryarek di cih de ye. Civak çawa ku rêya rast nîşanî me bide divê em hewl bidin ku di wê riyê de bimeşin.” 'LI GORÎ FERASETA KEDKARAN E’ Seroka Şaxa Genel Îş’ê ya Hejmara 1’emîn a Amedê Zeynep Demîr Akçer jî diyar kir ku deklarasyon li gorî feraseta têkoşîna kedkaran e û wiha dewam kir: Em dikarin bêjin ku deklarasyon pirsgirên civakê yên cidî çareser bike û ev gavek erênî ya nû ye. Rastiyek ku li gorî feraseta me kedkaran be em li ser nîqaş jî nakin. Em ê jî bi gel re têkoşîna xwe ya topyekûnî mezin bikin.” 'DIVÊ DEKLERASYON BÊ DESTEKKIRIN’ Endamê Dîwana Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Gulîstan Akel jî diyar kir ku deklayasyon ji bo hilbijêrên partiya wan û gelên li Tirkiyeyê girîng e. Akel da zanîn ku di nava salekê de kolan, siyaset, zanist û çapemenî bi destên hikûmetê tê bêdengkirin û wiha axivî: “Di demek wisan de hevdîtina HDP’ê ya bi gel re, plangirina mîtîngan, civîna xwe ya komî li koçeyan lidarxistin biryarek girîng e. Ji ber ku hikûmet dixwaze hemû kesê bikişîne bêdengiyê. Li gel girtina kolanan bêdengkirina çapemeniyê û tirsa dayî avakirin, çûyîna kûçeyan û bi gel re dijber hikûmetê derketin ji bo me bi wateye.” ‘DÊ KURSIYÊ SERBEST BÊ AVAKIRIN’ Alîkarê Hevserokê HDP’a Amedê Nevzat Ozgen jî bibîr xist ku dê di çarçoveya kampaya “Em ji faşîzma heyî re bêjin êdî bes e,” bi pêşengiya Berdevkê Partiya HDP’ê Osman Baydemîr dê li Parka Koşuyolê daxuyaniyek bê dayîn. Ozgen diyar kir ku amadekariyên wan bi dawî bûne û wiha axivî: “Dê ji 4 navendan û 13 navçeyan beşdarî çêbe. Me hemû mijarên pêwîst bi cih anîn û tedbîr girtin e. Dê 11 parlementer tevlî nobeta heftiyekê bibin. Em ê kursiyê serbest danîn û guh bidin pirsgirêkên mirovan.” 'HEWLDANA REWŞA AWARTE’ Ozgen anî ziman wan 20 hezar belavokên destan amade kirin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo tevlibûnê, em ê bi parlementeran re xebat bidin meşandin. Bi hêza ku ji gel bê girtin, dê parspektîf û nexşe rêyek bê amade kirin. Ev hemleyeke demokrasiyê ye. Dibe ku pêvajo hesas be, lê divê ev pêvajo bê asayî kirin. Em bang li gelê xwe dikim ku berpirsiyartiyên xwe bi cih bînin û piştgirê bidin vê deklerasyonê.”