Êrîşî gorên HPG'îyan kirin 2017-07-24 16:19:09 EDENE – Li Goristana Yenî ya Ceyhanê gorên Ferdî Dehşet û Erdal Dehşet ên HPG’î hatin xirakirin. Li Gorîstan Yenî ya navçeya Ceyhana Edeneyê gorên Ferdî Dehşet (Botan Hîlvan) û birayê wî Erdal Dehşet ên HPG’î rastî êrîşa kesên nasnameyên wan ne diyar ve het. Welatiyên serê sibe di goristanê re derbas bûn bûyer ferq kirin. Kêlê her du goran jî hatin parçe kirin.