Dijberî zewaca temenbiçûk plarformê ava dikin 2017-07-25 09:08:39 ÎZMÎR - Seval Alyurek ku ji bo rê li ber zewaca di temenên biçûk de bigire 13 sal in "serê bûkan" ên keçên biçûk çênake û got ku ew niha amadekariyên "Platforma Bila Zarok Neyên Zewicandin" dikin. Kuafor Seval Alyurek ku ji bo rê li ber zewaca di temenên biçûk de bigire 13 sal in "taca bûkan" ên keçên biçûk çênake û got ku ew niha amadekariyên "Platforma Bila Zarok Neyên Zewicandin" dikin. Alyurek li ser cama kargeha xwe nivîsa "Ji bûkên zarok re na! Ne tac ez beybûnan dixim serê yên di biniya 18 salan de" daliqandiye û di 33 salên kuafortiya xwe de vê biryarê wek biryara herî giring dibîne. 'EM WAN ZAROKAN NEXEMILÎNIN' Li semta Hatayê ya navçeya Konak a Îzmîrê kuafor Alyurek, got ku 13 sal berê keçe biçûk anîn kuafora wê da ew serê wê çêbike, lê belê tirsa di çavên wê keçikê de hîn jî li ber çavê wê ye. Alyurek, diyar kir ku ji wê rojê heta niha ew porê zarokên keç ên di temenên biçûk de tên zewicandin çênake. Alyurek, dest nîşan kir ku ew û kesên tên kargeha wê tim nîqaşa vê rewşê dikin. Alyurek, anî ziman ku ew dixwazin bibin dengê zarokan û wiha got: "Poşmaniya min a herî mezin ew e ku, min wê rojê nikaribû malbata wê keçika biçûk razî bike. Em kuafor heke nikaribin li pêş zewaca zarokên biçûk nikaribin bibin asteng, qet nebe divê em wan zarokan nexemlînin. Bang li hemû hevpîşeyên xwe dikim ku vê yekê nekin." PLATFORMA BILA ZAROK NEYÊN ZEWICANDIN TÊ AVAKIRIN Alyurek, diyar kir ku ew û komeke jin niha bi navê "Bila Zarok Neyên Zewicandin" amadekariyên avakirina platformekê dikin û divê hemû komele, saziyên jinan û hemû civak piştevaniya xebatên ji bo zarokan, projeyên ji bo wan tên kirin bikin. Alyurek, anî ziman ku pêşî wan hêla wê ya parêzeriyê ya ji bo dozên şideta li dijî zarokan çêkiriye û di vî warî de wan bi Baroya Îzmîrê hevdîtin çêkiriye. Alyurek wiha got: "Li dadgehan jî divê em bibin dengên zarokan. Di çarçoveyeke qanûnî de Baroya Îzmîrê piştevaniya vê projeyê kir. Çi ji destê me bê em ê bikin. Gelek sektor dikarin vê yekê bikin. Mesela kesên cilên bûkantiyê difiroşin dikarin wan nefiroşin, dikarin wesayîtên bûkan nexemlînin. Divê em bibin yek û vê hişmendiyê belav bikin." 'DIVÊ PÊLÎSTOKÊN BÛKANÎ LI WAN IN JI REFAN BÊN DAXISTIN' Alyurek, dest nîşan kir ku divê rê li ber zewicandina zarokan bê girtin. Alyurek, anî ziman ku divê ew beybûnan têxin serê zarokan û bihêlin ku bikaribin bijîn. Alyurek, balê kişand ser pêlîstokên ku bûkantî li wan hatiye kirin û li ser dezgehan tên firotin. Alyurek, got ku bi vê yekê zewicandina zarokan tê rewakirin. Alyurek, diyar kir ku divê pêlîstokên bi vî rengî ji refan bên daxistin. Alyurek, anî ziman ku der barê zarokan de pir kêm xebat tên kirin. Alyurek, anî ziman ku divê bê gotin ku "Ne bi rizaya zarok e û em meselê bigirin" û xebatên bi vî rengî li tevahiya civakê bên berbelavkirin.