Di 27’ê Tîrmehê de dê ‘Rapora Îmraliyê’ bê aşkerakirin 2017-07-25 10:53:00 ENQERE – Rêberê PKK Abdullah Ocalan ev 18 sal e di yek hucreyê de li Girtîgeha Îmraliyê tê ragirtin. Parêzerê Ocalan Cengîz Yureklî destnîşan kir ku Ocalan çareseriya navendî wek şert ferz dike û ragihand ku dê di 27’ê Tîrmehê roja ku tecrît dest pê kiriye, raporek berfireh aşkera bikin. Rêberê PKK Abdullah Ocalan 18 sa le bi tena serê xwe li Grava Îmraliyê tê ragirtin. Herî dawî di 11’ê Îlona 2016’an de birayê Ocalan, Mehmet Ocalan pê re hevdîtin kiribû û ji wê rojê ve heta niha agahî jê nayê girtin. Ji 27’ê Tîrmeha 2011’an vir ve jî hevdîtina parêzerê Ocalan jî tê astengkirin. Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Asrînê Cengîz Yureklî ragihand ku ew ê di salvegera tecrîtê yanî 27’ê Tîrmehê de raporek berfireh têkildarî rewşa Ocalan bi raya giştî re parve bikin. Yureklî bal kişadn ser tecrîta 27’ê Tîrmehê û wiha got: “Roja 27’ê Tîrmehê hem ji aliyê hiqûqa Tirkiyeyê ve û hem jî ji aliyê hiqûqa Ewropayê ve rojek krîtîk e. Rojek ku derbasî nav rûpelên dîrokê bûye. Ev 6 sal e hevdîtina bi birêz Ocalan re ne mijara gotinê ye.” ‘BERTEKA GEL HEVDÎTINÊ PÊK ANÎ’ Yureklî bal kişand ser şert û mercên Girava Îmraliyê û wiha domand: “Rewşa Ocalan a di yek hucreyê de hêj rewşê xeter dike û mirovan dixe nav gumanan. Rewş ji her demê bêtir cidî dibe. Ev 10 meh e têkiliya Ocalan bi cîhanê re hatiye qutkirin. Hevdîtina herî dawî ya birêz Mehmet Ocalan jî ne di rewşa asayî de pêk hat. Spekulasyonên pir mezin hatin kirin. Di mijara tenduristiya Ocalan de hemû gel di nav gumanan de ye. Bi taybetî jî piştî hewldana darbeyê ji rewşa Ocalan bêtir gel ket nav gumanan. Agahiyên gumanbar di nav gelê kurd de belav kirin. Li ser berteka gel destûra hevdîtinê hat dayîn.” ‘BIRYAR NE QANÛNÎ NE’ Yureklî da zanîn ku berê ev qedexe bê hincet pêk dihatin û bi OHAL’ê re 1’emîn Dadgeha Înfazê ya Bursayê biryareke dij hiqûqî girt û qedexe sazî kir û wiha pê de çû: “Di 21’ê Tîrmeha 2016’an de biryara ‘Di rewşa OHAL’ê de li Girtîgeha Îmraliyê hevdîtin û name şandin sînor kirin’ û hemû hevdîtinan qedexe kirin. Lê ev ne qanûnî ye û di hundirê qanûnê de tiştek wiha nîne. Tiştek wiha ne mimkûn e.” ‘TEKANE ŞERT MERCÊN OCALAN IN’ Yureklî diyar kir ku biryar pir aşkera û vekiriye û biryarek “Heta pêvajoya OHAL’ê hebe” dê bidome nîne. Yureklî anî ziman ku li Îmraliyê OHAL ji sala 1999’an vir ve berdewam dike û wiha got: “Em hiqûqa Îmraliyê wek pêkanîna ‘Rejîma Îmraliyê’ binav dikin. Pirsgirêk li Îmraliyê ye. Heta pirsgirêkên li Îmraliyê neyên çareserkirin, şertên Ocalan neyên başkirin, li Tirkiyeyê aştî û demokrasiyê ne mimkûne.” ‘PIRSGIRÊK POLÎTÎK E’ Yureklî da xuyakirin ku Ocalan tenê ne ji bo kurdan ji bo tevahiya gelen li Rojhilata Navîn tekane hêza çareseriyê ye û wiha berdewam kir: “Pirsgirêk ne pirsgirêkek hiqûqî ye divê ku pirsgirêk bi awayekî polîtîk bê çareserkirin. Heke ku pirsgirêk pirsgirêkek siyasî be jî lê dê dîsa têkoşîna me ya hiqûqî dewam bike. Ji bo Îmraliyê pênaseya hiqûqê kêm dibe. Heta mirov dikare bêje ku hiqûq bê wate dimîne.” ‘EM Ê RAPOREK BERFIREH PARVE BIKIN’ Yureklî bi bîr xist ku ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzerên Ocalan bi tu awayî nikarin bi muwekîlên xwe re hevdîtin pêk bînin û ev nirxandina girîng kir: “Em ê di salvegera 6’emîn a vê tecrîtê de raporek aşkara bikin. Bi zanebûn têkiliya Îmraliyê bi derve re qût dikin. Em ê têkildarî serlêdanên hevdîtinê, bê hiqûqî, raporên CPT’yê û tecrîta li Îmraliyê û hemû agahiyên di destê xwe de wek raporek berfireh bi raya giştî re parve bikin.” ‘JI BO OCALAN ÇARESERIYA NAVENDÎ FERZ E’ Yureklî destnîşan kir ku Ocalan li gel hemû tecrît û îşkenceyê jî ji xeta aştî û çareseriya demokratik gavek jî paş ve neavêtiye û gotinên xwe wiha bi dawî kir: “Nêrînên Ocalan yên di hevdîtinên herî dawî de li holê ne. Ocalan peyama ‘Min pêvajoyê xera nekir, va ez li vir im’ da. Em vê peyamê referans dibinin. Pêdiviya aştî û demokrasiyê mijara gotinê ye. Heke ku têkoşînek wisa pêk bê banga Ocalan li holê ye. Divê ku rewşenbîr û demokrat xwedî li vîna aştiyê derkevin. Rê û rêbazên ku Ocalan datîne navendê pêwîste bên pêşxistin. Rastiya civakê û pêdiviya wan bi vê heye. Divê hêviya aştiyê xurt bê hiştin. Pêwîst e şertên tenduristiyê û bikarine bi awayekî azad tevger bên temînkirin.” Bariş Boyraz - dîhaber