Ji Yuksekdag re 10 sal ceza tê xwestin 2017-07-25 14:06:12 WAN - Hevseroka Giştî ya berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag wekîltî û endamtiya wê ya tirtiyê hat xistin, jêr 10 sal cezayê girtîgehê tê xwestin. Hevseroka Gitştî ya berê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag ji ber ceza li wê hatibû birîn parlamenterî û endamtiya wê ya partiyê hat xistin, bi îdiaya "Propagandaya rêxistinê kiriye" û "Pesnê sûc û sûcdar daye" heta 10 salan jêre ceza tê xwestin. Lêpirsîna ji hêla Serdozgerê Komarê yê Wanê ve hatiye destpêkirin, axaftinên Yuksekdag ên di 9'ê Nîsana 2016'an de di 1'emîn Kongreya Asayî ya HDP'ê de hincet hat nîşandan. Lêpirsîn bi dawî bû. Îdianame ji hêla 2'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ve hat qebûlkirin, tê gotin ku Yuksekdag di axaftinê xwe de "propagandaya rêxistinê kirine" û "Aliyên rêxistinê yên cebîr û şidetê rewa dide nîşan" bi kar aniye.