ÎHD: Dermankirina nexweşa girtî ya pençeşêrê tê astengkirin 2016-12-10 16:15:14 STENBOL - Komîsyona Girtiyên Nexweş a ÎHD’ê ya Stenbolê di çarçoveya “Rûniştina F” de bal kişand ser girtiya nexweşa pençeşêrê Mesude Pehlivan û diyar kir ku dermankirina Pehlîvan a kemoterapî tê astengkirin. Komîsyona Girtîgehê ya Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê, di çarçoveya çalakiya “Rûniştina F” de di hefteya 246’an de li Qada Galatasarayê kom bûn û bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş. Endamên Komîsyonê di çalakiyê de siloganên "Bêdeng nemîne, dê dor bê te jî” Û "Ji lêgerîna bêrûmetiyê re bes e.” berz kirin. Dîsa dowîzên "Tecrîd dikuje, tîpa f bila bê girtin” û "bila girtiyên nexweş bên berdan vekirin. Di hefteya mafên mirovan de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweş Mesude Pehlivan. Endama Komîsyona Girtîgehan a ÎHD’ê Aylin Hacaloglu daxuyanî da. Hacaloglu, diyar kir ku li derve bi şer, zor û zextan mirov ji cih û warên xwe hatin koçberkirin û li girtîgehan jî bi zextan dixwazin teslîm bigirin û wiha got: “Li tirkiye parastina mafên mirovan û xwedîderketina mafên mirovan sûc tê dîtin. Piştî zagonên OHAL’ê dewlet li hundir û li derve zext û zorê zêde dike. Di sala 2000’an de di operasyona “Vegera Jiyanê” de bi çekên kîmyewî li girtiya ku niha li Girtîgeha hêjmar 9 a Silivriye Mesude Pehlivan rewşa wê giran e. Li gel nexweşa pençeşêrê yê jî nayê dermankirin. Dermankirina kemoterapî tê astengkirin.Divê hemû girtiyên nexweş serbest bên berdan.