Sabuncu: Em ê ji rêya Anter, Kişlali, Mumcu û Goktepeyan venegerin 2017-07-25 14:43:47 STENBOL - Doza rojnameya Cumhuriyetê di roja duyemîn de dewam kir, Rêveberê Weşana Giştî yê rojnameyê Murat Sabuncu parasin kir û ev tişt got: "Li hemberî me kîjan îthamê dikin bila bikin, dixwazin kîjan berdêlê bi me bidn kişandin bila bidin kişandin, em ê ji rêya Ugur Mumcu, Îlhan Selçuk, Hrant Dînk, Musa Anter û Metîn Goktepe venegerin." Yekemîn rûniştina doza rojnamegerên Cumhuriyetê ya 11 jê girtî, 17 kesan di roja duyemîn de li 27'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê dewam kir. Di rûniştinê de Rêveberê Weşana Gişî yê rojnameyê Murat Sabuncu parastin kir. Sabuncu da zanîn ku dema ev doz li Tirkiyeyê dest pê kir, ew roj rojeke girîng bû û wiha axivî: "Îro cejna rojnamegeryê ye. Me îsal wekî her salê pîroz nekir. Ji ber ku qasî 150 rojnameger di girtîgehê de ne. Ji ber ku sansur hatibû rakirin, dihat pîrozkirin, dê îro şûn ve ne tenê wekî rabûna sansurê, dê wekî rabûna oto sansurê jî bê pîrozkirin." BERDÊLA ROJNAMEGERIYA SEBIXWE GIRTÎGEH E Sabuncu anî ziman ku bi doza Cumhuriyetê re dixwazin çavê hemû rojnamegeran bitirsînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li Tirkiyeyê berdêla rojnamegeriya serbixwe girtîgeh e. Di vê dozê de ez dixwazim kî kêye îzah bikim. Dozgerê ku îdianame amade kir û em avêtin girtîgehê, ji FETO'yê tê darizandin. Ev dozger bi cezayê heta hetayê tê darizandin, lê bê girtî tê darizandin. Ev dozger hêj li ser karê xwe ye û karê wî belavkirina edaletê ye." Sabuncu aşkera kir ku ew di 31'ê Cotmehê de hatine girtin û wiha axivî: "Ji 31'ê Cotmehê heta niha 20 kedkarên Cumhuriyetê hatin binçavkirin û di demên cuda de avêtin Girtîgeha Sîlîvriyê. Em 200 kes li rojnamê ne, sedî 10'ê wan hatin binçavkirin, we birin TEM'ê ew di lêpirsînê re derbas kirin." Sabuncu aşkera kir ku ew rojnameger in û kî/ê bixwazin dê bi wan re biaxivin û wiha got: "Ji rojnamegerekî/ê re tu bêjî tuyê bi wan re biaxivî, tu bi wanên han re biaxivî gelek ecêb e." Sabuncu da zanîn ku peyvên di nava nûçeyên wan de hatine niqandin û wiha pê de çû: "Rojnameya Cumhuryetê layîkbûn û demokrasiyê diparêze e, sûcdariya bi FETO'yê zora min diçe. Rojnameyeke layîk û demokratîk bi FETO, PKK û DHKP-C'ê bê sûcdarkirin dê zora min biçe. Peyvên di nav nûçeyên me de hatine niqandin." 'EM LI DIJÎ DERBEYÊ BÛN' Sabuncu got ku "Heke li manşeta me ya sibeha debeyê bê mêzekirin dê dijberiya me ya derbeyê bê dîtin" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Şeva derbeyê em hemû xebatkar li gel hev bûn. Dema wê şevê balafir difiriyan, sernavê me amade bû. Sernavê me 'Em li dijî derbeyê ne çareserî demokrasî ye'. Dema debekaran bi ser rojnameyan de digirt, em rawestiya bûn. Kurd, tirk û her kes li dijî wê derbeyê bû. Hemû partî li Meclisê bûn." Sabuncu piştrast kir ku li vî welatî mirov hatin windakirin û pirsa "Çima her dem li vî welatî rojnameger û nivîskar tên sûcdarkirin?" li dadgehê kir û aşkera kir ku ew dê li pey şopa rojnamegerên wekî Ugur Mumcu, Îlhan Selçuk, Hrant Dînk, Musa Anter û Metîn Goktepe bimeşin. Piştî navbera nîvro dan rûniştinê, dê rûniştin bi parastina Bulent Utku berdewam bike.