Pêkanîna ‘kincên yek reng’ şermezar kirin 2017-07-25 15:06:24 STENBOL – ÎHD’iyan li ber Girtîgeha Metrîsê pêkanîna “kinçên yek reng” şermezar kirin. Seroka Şaxa ÎHD’a Senbolê Gulseren Yolerî diyar kir ku ev pêkanîn ji bo şkandina vîna girtiyên siyasiye. Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Stenbolê, pêkanînên “kincên yek reng” ên li girtîgehan ku Serokomarê Recep Tayîp Erdogan xist rojevê, li ber Girtîgeha Tîpa T a Metrîsê şermezar kir. Çalakvanan pankarata “Ji ferzkirina kincin yek reng ên ji 12’ê Îlonê ya Guantanamoyê re na vekirin û dowîzên “Dê rûmeta mirov îşkencê têk bibe”, “Kinçên yek reng işkenceye” rakirin. Çalakgeran dirûşma “Ji “kincên yek reng re na” berz kirin. Seroka Şaxa ÎHD’a Stenbolê Gulseren Yolerî daxuyanî da û diyar kir ku pêkanîna kincên yek reng li Tirkiyeyê çara yeketîn di sala 1983’yan derket holê û di salên 1987 û 2003’yan çardin ket rojevê. Yolarî da zanîn ku gotinên Serokomar Erdogan a şibandina Guantanaman nêzîkatiyeke “Heyf rakirinê ye” û wiha axivî: “Ev pêkanîn armaç û mantiqê 12’ê îlonê jî dixwe zoriyê.” ‘DARBEKARAN KINCÊN YEK RENG FERZ DIKIR’ Yolerî dest nîşan kir ku piştî darbeya leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’an ji bo nekarî vîna girtiyên siyasî bişkîne di sala 1998’yan pêkanîna “kincên yek reng” ferz kirin û wiha got: “Di serdema ferzkirina kinçên yek reng de girtiyên siyasî dest bi greva birçîbûnê kirin û çalakiyên cûda pêk anîn. Li dijî vê yekê girtî rastî îşkenceyên giran hatin, kinçên bi zorê li wan hatibûn kirin, ji ser xwe kirin û derketin dadgehê.” ‘ÎDÎAYÊN ÎŞKENCEYÊ BENDA BERSIVÊN E’ Yolerî dest nîşan kir ku gorî qûralên standartên girtîgehan ên herî kêm yên NY, girtîgeha mîna cihê ceza û tolhildanê nayê bi karanîn. Yolerî bilêv kir ku li girtîgehan îdîayên îşkenceyan benda bersivêne û wiha bi dawî kir: “Divê hikûmet dev ji pêkanîna kincên yek reng ên li girtîhan berde.” Daxuyanî bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû