Onder: Davutoglu got 'Rojava xeta me ya sor nîne' 2016-12-10 16:54:37 ENQERE - Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, di axaftina xwe ya li Lijneya Giştî ya Meclîsê de derbarê pêvajoya çareseriyê de nirxandin kirin. Onder balkişand ser tiştên di dema îmzekirina Deklarasyona Dolmabahçeyê de hatin jiyîn û wiha got: "Serokwezirê wê demê Ahmet Davutoglu ji min re got; 'birêz Sirri peyama me ragirhînin. Rojava xeta me ya sor nîne'." Nîqaşên li ser butçeyê yên li Meclîsê didome. Di rûniştina îro ya hevdîtinan de, butçeyên Wezîrê Karên Hundir, Wezareta Çand û Turîzmê û Wezareta Parastina Neteweyî hatin nîqaşkirin. Di hevdîtinan de Parlamenterê HDP'ê yê Enqereyê Sirri Sureyya Onder, mafê axaftinê girt û derbarê pêvajoya çareseriyê de daneyên girîng parve kirin. Onder, wêneyên Deklarasyona Dolmabahçeyê yên 28'ê Sibata 2014'an nîşan da û wiha got: "Ev wêneyê Deklarasyona Dolmabahçeyê ye. Baluken ku hatiye girtin li serî dirûne. Ligel du wezîrên we û Serokwekîlê Koma we me deklarasyon îmze kiribû. Me banga kongreya bêçekbûnê bikin. Heyeta dewlet û hikûmetê ji Birêz Ocalan rica kirinbûn û gotibûn; 'beriya deklarasyonê banga kongreya bêçekbûnê bike' daxuyaniya destpêkê ya Serokomar dabû baş bû." Onder nîqaşên ji bo avakirina heyeta şopandinê ya ji bo pêvajoya diyalogê bibîranî û wiha pêde çû: "Gelek nav ji aliyê hikûmetê ve hatibûn pêşniyarkirin. Ahmet Taşgetîren, Hîlal Kaplan û gelek navên din hebûn. Ji ber ku got 'Bila ev axaftin bên qeyd kirin' nîqaşên heyeta şopandinê hatin rawestandin. Nav di çapemeniyê de hatin dîtin hikûmetê kir ser me. Me bi hevre ji RTUK'ê tesbît kir nav di çapemeniyek ku nêzî hikûmetê de derketibûn. Hikûmetê j ime re got 'ji me derketiye' pirsa 'kîjan dewlet' ji ber vê ewqas girînge. A ku aştiyê naxwaze yan a ku aştiyê betal dike?" Ê KU HERÎ ZÊDE KED DA BALUKEN BÛ Û NIHA GIRTIYE Onder, wiha dom kir: "Birêz Ocalan dê banga ji bo kongreya çekberdanê bicivin li PKK'ê bikiribana. Hikûmetê jî ev qebûl kir û weneyê Dolmabahçeyê wiha derket holê. Mirovê xwedî vê keda mezin jî niha girtiye. Ew jî birêz Îdrîs Baluken e. Heyeta me ya ku birêz Baluken jî cihê xwe têde digirt, 117 caran bi dewlet û hikûmetê re hevdîtin pêk anî. Hemû ji bo zimanê hevpar û sekinandina xwîna heyî bûn. Birêz Davutoglu, di hevdîtina xwe ya bi Heteya Îmraliyê de ji min re got 'destpêkê Rojava ne di rojeva pêvajoya çerseriyê de bû. Çi bûye ku me dest bi nîqaşên Rojava kiriye' j imin pirsî. Min jî got Rojava ne kîlîda pêvajoya çareseriyê ye. Hewlestek we ya ku bala gelê herêmê bikîşîne dê bibe teklîfa demokerasiyê. Davutoglu jî got 'birêz Onder, ji kerema xwe re ji wan re bêjin, ji bo burokrasiya ewkehî û dewletê Rojava xeta me ya sor nîne' bila wezirek yan jî Davutoglu, bêje ev ne rastin ez ê demildest lêborîna xwe bixwazim."