Koma AKP'ê xwest bi lez wekîltiya Sariyildiz û Hezer bê xistin 2017-07-25 17:39:45 ENQERÊ - Ji bo lezdana hevdîtinên xistina parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer koma AKP’ê pêşnûme da. Parlamenterên HDP’ê Faysal Sariyildiz û Tugba Hezer bi hinceta “Bêdewamiyê” xistina parlamenteriya wan, rapora komîsyonê sewqî Lijneya Giştî hatibû kirin. Divê rapor di Lijneya Giştî de bêxwendin û di dengdanê re derbas bibe. Di Lijneya Giştî ya Meclîsê de hevdîtin gohertina destûrnameya hûndir didomin. Koma AKP’ê derbarê xistina wekîltiya her du parlamenteran de pêşnûme da û xwest lez bidin hevdîtinan Hevdîtinên li ser pêşnûmeyan AKP’ê didomin. Çawan ku pêşnûme bê qebûl kirin, rapora der barê her du parlamenteran de hatî amade kirin, dê bê xwedin û di dengdanê re derbas bibe. Bi vî awayî dê parlamenteriya wan bê xistin.