Dijminantiya 27 salan bi aştiyê çareser kirin 2016-12-10 17:00:21 KOBANÊ - Li Kobanê doza xwînê ya 27 salan ku 8 kesan jiyana xwe ji dest dabû, bi hewldana saziyên kurdan bi aştiyê bi encam bû. Malbatan diyar kirin ku di vê pêvajoya şer ku zarokên wan di eniya şer de xwînê dirjînin ew nikarin xwîna hev birjînin û hev hembêz kirin. Li gundê Xizênê yê Kobanê ku ji nêzî hezar malbatî pêk tê, 27 sal berê di navbera malbatan de doza xwînê dest pê kiribû. Di doza xwînê de malbatan ji hev 8 kes kuştibûn. Piştî hewldana gel a navxweşî doza xwînê ya 27 salan bi aştiyê bi encam bû. Doza xwînê ya bi aştiyê bi encam bû di nava gelê Kobanê de bi kêfxweşiyek mezin hat pêşwazîkirin. 27 sal berê li gunDê Xizênê Eşîra Qerişan a ji 7 milan pêk tê, 4 milê wê dijîn. Li gundê ku 5 hezar nifûsa wî heye di sala 1989’an de şerê doza xwînê dest pê kiribû. Malbatên ku xizm û merivê hevin ji ber şerê dem demî ji hev 8 kes kuştibûn. Di şer de zarokên Celalê Salih û Bekirê Bilo; Mahmut, Şahin û Bilo, zarokên Mehmûdê Evdêyê Hesê; Berkel, Hemed û Şaban û zarokê Letîfê Miso Şukru hatin kuştin. Di şerê navbera Celalê Salih û Hemedê Bilo de kurê Bekirê Bilo Mahmud hat kuştin. Piştî vî şerî Celalê Salih hat girtin. Piştî demekê Celalê Salih serbest hat berdan. Piştî Celalê Salih serbest hat berdan ji malbatên din yên bêzar bûn nerazîbûn nîşan dan û Celalê Salih kuştin. Piştî vê yekê doza xwînê mezin bû û 8 kes ji hev kuştin. Piştî tevgera azadiya kurd li Rojava pêş ket, gelek endam û rêveberên rêxistinê ketin nava hewldana aştiyê. Endamên tevgera azadiya kurd xwestin malbatan li hev bînin û aş bikin. Lê hin aliyên rejîmê her tem fesadî kirin û destûr nedan malbat li hev bên. ŞOREŞA KOBANÊ BÛ SEDEMA AŞTIYÊ Piştî 19’ê Tîrmehê Şoreşa Kobanê gelek ciwanên gund tev li şoreşê bûn. Malbatên ku zarokên wan tev li şoreşe bûn û di eniya şer de têkoşiyan malbat nêzî hev kirin.Piştî demekê ji ber êrîşên DAIŞ’ê gund hat valakirin. Ciwanên kurd ên tev li YPG-YPJ’ê bûn piştî şerekî dijwar gund ji destê DAİŞ’ê rizgar kirin. Rêveberên TEV-DEM û Rêveberiya Komiteya Kantona Kobanê ya Sulhê 3 mehan ketin nava hewldanan û li gundê Xizênê 4 malbat li hev anîn. Komîteya Sulhê ya Kantona Kobanê û rêveberiya TEV-DEM’ê bi merasimekê malbat li hev anîn û doza xwînê ya 27 salan bi dawî kirin. Di merasima aştiyê de hêzên parastina rewa tedbîr girtin û merasim pêk anîn ji herêma Minbic, Sirrîn, Girê Spî û gelek gundên Ereb, Turkmen, kurd û asûriyan bi sedan kes beşdarî merasimê bûn. BILA EV AŞTÎ BIBE WESÎLEYA YEKÎTIYA NETEWAYA KURD Di merasima aştiyê de Rêveberên Kantona Kobane û rêveberên TEV-DEM û PYD’ê axaftin kirin û hemû kesên axivîn peyama yekîtî, aştî û sulha navbera gelê kurd û tifaqa yekîtiya gelê kurd xwestin. Di axaftinan de hat xwestin ku hemû gelê kurd li dijî êrîşên DAİŞ’ê û Tirkiye bibin yek û parastdina rewa pêş bixin û yekîtiya neteweya kurd xurt bikin. Dîsa kesên axivîn anîn ziman k udi vê pêvajoya ku ciwanên kurd di eniya şer de xwîn dirijînin ew nikarin xwîna hev birjînin û hev bikujin. Merasima aştiya navbera malbatan wekî aştiyek dirokî hat binav kirin. Malbat piştî li hev hatin û hev hembêz kirin merasim bi dawî bû. Abdurrahman Gok - dihaber