Nobeta Berxwedanê bang li amediyan kir ku saet di 21.00'ê de çalakiya dengderxistinê li dar bixin 2017-07-25 18:20:39 AMED - Parlementerên HDP'î yên di Nobeta Berxwedanê de cih digirin, bang li amediyan kirin ku saet di 21.00'an de çalakiya dengderxistinê li dar bixin. HDP, bi dirûşmeya "Em nesekinin, bidin sekinandin, faşîzmê rawestînin" komcivîna xwe ya vê hefteyê li Amedê çêkir. Komcivîn li Parka Ekîn Cerenê hat çêkirin û bi sedan welatiyên xwestin komcivînê temaşe bikin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin û polîsan nehişt ku têkevin parkê. Welatiyan jî li pişt bariyerên ku li dora parkê hatibûn dayîn komcivînê temaşe kirin û bi çepik û tilîliyan piştevaniya komcivînê kirin. SAET DI 21.00'Ê DE ÇALAKIYA DENGDERXISTINÊ Parlementerên HDP'ê yên ku "Nobeta Berxwedanê" dan destpêkirin, wiha bang li amediyên ku ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin kirin: "Bi çalakiya dengderxistinê piştevaniya nobeta me ya berxwedanê bikin." Alîgirê Hevserokatiya Giştî ya HDP'ê Nadir Yildirim, li ser navê kesên di nobetê de bang li amediyan kir ku saet di 21.00'ê de li cihên lê ne deng der bixin û bi vî awayî piştevaniya nobeta wan bikin. ‘BILA HER KES LI CIHÊ KU LÊ YE DENG DERXÎNE' Yildirim, anî ziman ku gel ji parkê hatiye îzolekirin û ev yek nayê qebûlkirin. Yildirim wiha got: "Gelê me xwest bê vir, lê belê hat astengkirin. Li gel hemû astengiyan jî ji bo piştevaniyê bide me gelê me li derve ye. Barîkat danîne navbera me û gel, lê ev barîkat nikarin piştevaniya gelê me asteng bike. Di vê çarçoveyê de gelê me li hemû cihê ku lê ye saet di 21.00'ê de bi dengderxsitinê, tilîliyan, bi qorneyên wesayîtan dikare piştevaniya çalakiyê bikin. Wisa bawer dikim ku dê ev piştevanî van barîkatan rabike."