Bi Qeşembeşê alîkariya malbata xwe dikin 2017-07-26 09:07:44 ŞIRNEX- Yek ji warê herî germ jî Cizîr e. Ji bo xwe hênik bikin welatî zêde Qeşembeşê dixwin. Her wiha zarok jî bi firotina Qeşembeşê di warê aborî de piştevaniya malbatên xwe dikin. Li welat yek ji warê herî germ jî navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye. Germahî bandorê li xwarin û vexwarinê jî dike. Ji ber hewaya navçeyê zêde germ e, li navçeyê welatî bi xwarina Qeşembeşê xwe hênik dikin. Piranî zarok Qeşembeşê difiroşin û di warê aborî de jî piştevaniya malbatên xwe dikin. Qeşembeşa ku zarok qedeha wê bi lîreyekê difiroşin, berê ji berfa li serê çiyayên Cûdî û Gabarê dihat çêkirin. Lê belê niha bi pêşketina teknolojiyê, êdî Qeşembeş bi makîneyan tê çêkirin. HETA QEŞEMBEŞ ENQEDE MESAÎ JÎ NAQEDE Zarokên cizîrî her roj dema roj diçe ava li dikanan termûzên xwe tije Qeşembeş dikin û berê xwe didin qeraxa Çemê Dîcleyê. Heta ku Qeşembeşa wan neqede mesaiya wan jî naqede. HER ÊVAR SAET DI 17.00'AN DE MESAÎ DEST PÊ DIKE Îslam Sevgînê 13 salî, diyar kir ku ew rojê 10 lîreyan qezenc dike û wiha axivî: "Ev saleke vî karî dikim. Bi piranî saet di 17.00'an dest pê dikim. Biroj heta ku em mecbûr nemînin em dernayên. Çimkî wan saetan hem kirîger hene hem jî hewa hêniktir e. Her êvar ji marketa li taxê 3 lître Qeşembeşê dikirim. Dema pere hebe 10 lîtreyan jî dikirim. Paşê em û hevalên din bi hev re berê xwe didin qeraxa Dîcleyê. Ne ji mecbûrî be kes biroj dernakeve derve. Ji xwe kes biroj xweşikî Qeşembeşê nakire. Dema Qeşembeş diqede karê min jî diqede û berê xwe didim malê." Sevgîn anî ziman ku ew pereyê xwe dide diya xwe û wiha axivî: "Ji xebatê fedî nakim. Alîkariya malbata xwe dikim. Min bi pereyê diya xwe dest bi vî karî kir. Karê me zehmet e, lê wekî din şansekî me tune ye." ‘ÊŞ DIKEVE SERÊ ME' Alî Sevgîn ê 12 salî jî, anî ziman ku ji ber hewaya germ ew diwestin, lê belê ew mecbûr in ku bixebitin. Sevgîn wiha got: "Nêzî 2 salan e ez vî karî dikim. Carinan ji ber tava zêde em nikarin tevbigerin. Êş dikeve serê me, bêhna me dernakeve. Dema zaf germ be, em berê xwe didin cihê sî lê hene. An jê tav li serê me dixe û em nayên ser hişê xwe. Carinan di du saetan de jî karê me diqede, carinan jî heta ku Qeşembeş dihele em disekinin." Sevgîn, diyar kir ku şert û mercên wan û zarokên din ne wekhev in û wiha domand: "Carinan difikirim. Ji bo çi hevalên min ên din diçin betlaneyê, lê ez naçim û dixebitim. Wek her zarokî min jî dixwest biçim betlaneyê, lê derfet tune ne. Ez pereyên xwe yên îsal didim ser hev. Ez ê tabletekê bikirim. Heke mirov rêzê nîşanî zarokên wek min ku dixebitin bidin dê baş be. Zarokên wan jî hene. Ma dixwazin ku zarokên wan di bin vê germê de bixebitin?"