Welatiyên di Nobeta Berxwedanê de ne: Parlementerên me ne bi tenê ne 2017-07-26 09:08:57 AMED- Welatiyan, diyar kir ku li gel astengî û dorpêça polîsan jî ew piştevaniya çalakiya "Nobeta Berxwedanê" ya parlementerên HDP'î dikin û wiha gotin: "Parlemnterên me ne bi tenê ne. Em ê ji dora vê parkê neçin. Li dijî neheqî û derhuqûqiyê em bang li hemû gel dikin." HDP, li Amedê li Parka Ekîn Cerenê bi dirûşmeya "Em ranewestin, bidin rawestandin, faşîzmê rawestînin" çalakiya "Nobeta Berxwedanê" da destpêkirin. Welatiyên xwestin tevlî çalakiyê bibin ji aliyê polîsan ve hatin astengkirin. Lê belê li gel astengiyê jî welatî piştevaniya çalakiyê dikin. Polîsan hawirdora parkê bi bariyeran dorpêç kiriye û bi tu awayî nahêlin kes têkeve hundurê wê. Lê belê, li gel dorpêça polîsan û hewaya germ a Amedê jî amedî li derveyî parkê rûniştine û piştevaniya "Nobeta Berxwedanê" dikin. Jina bi navê Gulistan Yagiz ku ji bo piştevaniyê hat parkê, lê belê ji aliyê polîsan ve hat astengkirin wiha got: "Em ji bo parlementerên xwe li vir in. Em li dijî neheqiyê ne, ji ber vê em hatine nobetê. Lê belê destûrê nadin ku em têkevin hundur. Ew vîna me ne. Bêrêziya ku li mirovên me ew hilbijartine dikin, a rast li me tê kirin. CHP mehekê meşiya, kesî wan asteng nekir. Nexwe OHAL tenê li vir tê sepandin. Heke ne wisa bûna niha em li cem parlementerên xwe bûn. Heta ku ew li vir bin em ê jî çalakiya xwe ya rûniştinê bidomînin." 'EV FAŞÎZM E' Welatiya bi navê Sûltan Çelîk jî, diyar kir ku ew ê nehêlin ku pêwendiya di navbera gel û hilbijêran de bê qutkirin û wiha axivî: "Parlementerên me, hevşaredarên me û bi hezaran siyasetmedar di hundur de ne. Em ji bilî edalet û aştiyê tiştekî naxwazin. Ev neheqiyeke mezin e. Em edaletê dixwazin. Çalakiya rûniştinê çalakiya heq û edaletê ye. Astengkirina vê yekê faşîzm e." 'JI ME KESEK JÎ BIMÎNE EM Ê LI VIR BIN' Welatiya bi navê Muşeher Ulker jî, dest nîşan kir ku li gel hemû astengiyan jî ew ê li cem parlementeran bin û wiha xivî: "Parlementerên me li parkekê bi tena serê xwe tecrîd kirin. Ji bo me ji wan veqetînin, bi hezaran polîs, TOMA, panzêr û wesayîtên şaredariyê anîne. Bi gefan em ji parkê dûr xistin. Lê em ê li vir bin. Yanî êdî bûye ku êdî dayikên extiyar jî tahm didin. Demokrasî ji bo hemû mirovan e, ma kurd jî ne mirov in? Derdora parkê bi bariyeran girtine. Nahêlin gel û parlementer bên cem hevdu. Çi dikin bila bikin, parlementer vîna me ne û em ê heta roja dawî li cem wan bin. Ji me kesek jî bimîne em ê li vir bin." 'DIXWAZIM LI WELATEKÎ KU EDALET Û HUQÛQ LÊ HEYE BIJÎM' Mahsum Tokay, dest nîşan kir ku demeke dirêj bûn ku ew li bendê bûn HDP li dijî hemû derhuqûqiyan tiştekî wisa bike û wiha domand: "Taliyê li ser vê bangê em hatin vir. Armanca me dawîlêanîna neheqiyan, îxracan, dawîlêanîna mehkûmiyeta parlementeran e. Dixwazin dawî li vê derhuqîqiyê bê. Wek ciwanekî kurd dixwazim li welatekî edalet û huqûq lê heye bijîm. Li dijî hemû derhuqûqiyan bang li gel dikim ku bi hestiyarî tevbigere." 'XWEDÎ LI RÛMET Û NAMÛSA XWE DERKEVIN' Welatiya bi navê Semra Ulaş jî, dest nîşan kir ku ev astengî û dorpêçkirin bi tu awayî nayê qebûlkirin û li gel hemû astengiyan jî ew ê nobetê neterikînin. Ulaş wiha got: "Li dijî rêveberiyeke ku vîna me digire û dixwaze me bitepisîne tenê berxwedan para me dikeve. Mehek berê CHP û girseya xwe meşiyan û her kes got demokrasî. Kesî negot tu duzenê xera dikî. Lê dema dor tê me, dibêjin OHAL. Ma OHAL tenê ji bo me hatiye? Heke wisa be bila bibêjin, qet nebe em zanibin. Dema em tên gel hev zaf ditirsin, tehamul nakin û ji ber wê mudaxile dikin. Çi qasî mudaxile dikin bila bikin, em ji kesî natirsin. Bi salane ev bêedlatî heye. Em ê parlementerên xwe, zarokên xwe li vir bi tenê nehêlin. Kurd tenê ne ji bo xwe, ji bo hemû kesên bindest doza demokrasî, edaletê dikin. Parlementerên me ne bi tenê ne. Em ê ji dora vê parkê neçin. Bang li gelê kurd dikim. Werin xwedî li rûmeta xwe, namûsa xwe derkevin."