Dayikên Aştiyê: Em tecrîda li Îmraliyê bişkînin 2017-07-26 09:10:18 WAN – Dayikên Aştiyê yên Wanê dest nîşan kirin ku der barê jiyana Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan de şik û gumanên wan hene û wiha gotin: "Heke Serokatî tune be, azadî jî tune ye. Bendemayîn tu encamê nade. Divê mirov di nava liv û tevgeran de be." Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan 18 sal e li Girtîgeha Tîpa F a Îmraliyê, di hucreyekê de tê girtin. Herî dawî birayê Ocalan, Mehmet Ocalan di 11’ê Îlona 2016’an de pê re hevdîtin çêkiribû. Ji 11'ê îlona 2016'an heta niha tu agahî ji Ocalan nayên girtin. Her wiha ji 27’ê Tîrmeha 2011’an ve parêzer jî nikarin bi Ocalan re hevdîtinê çêbikin. Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Wanê li hemberî tecrîda li ser Ocalan nerazîbûnên xwe nîşan dan û diyar kirin ku der barê jiyana Ocalan de şik û gumanên wan hene. ‘EM JI JIYANA WÎ BIFIKAR IN’ Asya Yildirim dest nîşan kir ku Ocalan ji bo gelê kurd xwedî cihekî girîng e û wiha got: “Der barê jiyana Serokê me de şik û gumanên me hene. Bi milyonan mirov li benda agahiyan ne. Niha çawa ye û rewşa wî çi ye em nizanin. Lê divê vê yekê ji raya giştî re parve bikin. Em dixwazin ku siyasetmedar jî di vê mijarê de çi hewce be bikin. Serokê me yê ku ji bo hebûna gelê kurd ditêkoşe, ji bo me ji her tiştî girîngtir e.” ‘VÊ BÊDENGIYÊ BIŞKÎNÊN’ Yildirim anî ziman ku divê li dijî tecrîdê dengekî hêzdar derbikeve û wiha axivî: “Em tecrîda li ser Serokê xwe qebûl nakin. Daxwaza me ew e ku em jê agahî bigirin. Em dixwazin bibihîzin ku tenduristiya wî baş e. Divê ku her kes rabe ser piya û li hemberî vê tecrîdê bêdengiya xwe xera bike." ‘SEROKATÎ TUNE BE AZADÎ JÎ TUNE YE’ Aliya Balik jî diyar kir ku ew dixwazin demildest ji Ocalan agahî bigirin û wiha domand: “Bê Serokatî her roja me roja reş e. Divê demildest parêzeran berdin û biçin cem Serokê me. Agahiyek der barê wî de, ji bo me girîng e. Serokatî tune be azadî jî tune ye. Divê ku demek beriya demekê pê re hevdîtin bê çêkirin. Em dayik û jin her tim li gel serokê xwe ne. Heta em jê agahî negirin em ê ranewestin. Heta ku agahî ji Serokê me neyê girtin jiyan ji bo me heram e.” ‘HETA KU SEROKÊ ME AZAD NEBE KES AZAD NABE’ Rabîa Algir jî da zanîn ku di şexsê Ocalan de li ser tevahiya gelê kurd tecrîdê pêk tînin û ev tişt gotin: “Em bêdengiya raya giştî rexne dikin. Der barê ji jiyana Serokê me de fiakreyên me hene. Heta ku Serokê me azad nebe ne gelê kurd û ne jî tirk azad nabin. Bi lezgînî em li benda agahiyan e. Divê ku herkes bi vê hesasetiyê tevbigere. Ne Erdogan, ne qeyûm û ne jî OHAL nikare me xelas bike. Yên ku dibêjin em ê kurdan xelas bikin xwe dixapînin.” ‘BENDEMAYÎN TU ENCAMÊ NADE’ Meryem Sivîl jî şik û gumanên xwe yên der barê jiyana Ocalan de bi bîr xistin û wiha got: “Divê demildest parêzer û malbat pê re hevdîtinê çêbikin. Ji bo azadiya Serokatî çi bikeve ser milê kê divê bike. Bendemayîn tu encamê nade. Divê mirov bikeve nav liv û tevgerê. Dema em agahî ji Serokê xwe bigirin dê roniya çavê me zêde bibe. Divê demildest dawî li tecrîda li ser Serokê me bînin.”