OHAL’ê hesabê destekê yê cotkaran jî bloke kir 2017-07-26 09:13:36 MÊRDÎN - Cotkaran derpêş kir ku Gerînendetiya Çandinî û Sewalvaniyê ya Nivsêbînê li ser feramana Walîtiya Mêrdînê bi hinceta “Di çarçoveya OHAL’ê de kesên nêzikbuna wan bi terorê re heyî” hesabê destekê yê 83 cotkaran bloke kiriye. Her sal li gorî zêdebûna berhemdariya zeviyên cotkaran, dewlet destekê dide cotkaran. Li gor agahiyên me ji cotkarên navçeya Nisêbîn a Mêrdînê wergirtin, bi fermana Walîtiya Mêrdînê Gerînendetiya Çandinî û Sewalvaniyê ya Nisêbînê bi hinceta “Di çarçoveya OHAL’ê de bi KHK’yan cotkarên nêzîkatiya wan bi terorê re heyî” hesabê destekê yê 83 cotkaran bloke kiriye. COTKAR BI BLOKEYÊ RE RU BI RU HATIYE Li gor sîstemê desteka 2016’an di mehên Nîsan û Gulanê yên 2017’an de tên dayîn. Cotkarên ku di meha Nîsan- Gulan û Hezîranê de xwestin pereyê xwe yê deste 2016'an bikşînin bi blokeyê re rû bi rû man. SEDEM KHK’YE, LÊ KHK NE DIYARE Cotkarên ku ji bo zanibin sedema blokekirina desteka wan ji bo çî ye, serî li Gerînendetiya Çandinî û Sewalvaniyê dan. Gerînendetiyê bersiva “Ferman a walîtiyê ye, hesabê we yê destekê hatiye blokekirin" da cotkaran. Her wiha cotkarên ku xwestin daxwaznameyê bidin ji bo wan wiha hat gotin: “Niha hûn bidin jî bêfêde ye. Piştî demeke kurt dê sedem û encama blokeyê eşkere bibe.” Lê belê, gerînendetiyê aşkere nekir ku bi kîjan KHK’ê hesabê cotkaran hatiye blokekirin û her wiha kaxeza biryara Walîtiya Mêrdînê jî nîşanî cotkaran nehatiye dayîn.