Rojnameger Akman û Alayumat 14 rojin li benda îfadeyê ne 2017-07-26 09:52:08 HATAY - Nûçegihanên me dîhaberê Erdogan Alayamut û Nuri Akman 14 rojin di bin çavan de ne. Akman û Alayumat 14 rojin li benda îfadeyê ne. Tê payîn ku piştî îfadeya wan hat girtin derxin dozgeriyê. Nûçegîhanên me dîhaberê Nûrî Akman û Erdogan Alayamut di 13'ê Tîrmehê de bi hinceta "gumanbariyê" hatin binçavkirin. Akman û Alayumat 14 rojin ji ber fealiyetên xwe yên rojnamgeriyê di bin çavan de ne. Parêzer Suphî Zarîf li Muduriyeta Polîsan a Hatayê bi muwekîlên xwe Alayamut û Akman re hevdîtin pêk anî û diyar kir ku der barê Alayamut û Akman de bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" lêpirsîn tê birêvebirin. Akman û Alayumat ên 14 rojin di bin çavan de ne, tê payîn ku îro lêpirsîna wan bi dawî bibe û derxin pêşberî dozgeriyê. 14 rojin Akman û Alayumat li benda îfadeyê tên rawestandin. Li gorî şertên OHAL'ê kesên tên binçavkirin herî zêde dikarin 14 rojan di bin çavan de bihêlin. Tê payîn ku piştî îfadeyê wan derxin dozgeriyê.