Trump: DYA êrîşên li dijî YPG qebûl nake divê Erdogan qebûl bike 2017-07-26 11:49:46 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûner û rojnamegerê Amerîkî Ken Tîmerman diyar kir ku Trump ji Erdogan re gotiye DYA êrîşên Tirkiyê yên ser YPG û YPJ’ê qebûl nake, ji ber ew dostên artêşa DYA ne û divê Erdogan fêrî vê bibe. Nivîskar û rojnamegerê Amerîkî Ken Tîmerman ji nûçegîhanê ROJNEWS'ê Rêzan Mihemed re der barê êrîşên Tirkiye yên li dijî YPG'ê û helwesta DYA axivî. Ken Timerman, diyar kirin ku Erdogan di serdana xwe ya ji bo Serokê DYA’ê Donald Trump de, daxwaz kir ku li Rojavayê Kurdistanê êrîşê ser YPG’ê bikin. Lê Trump ev daxwaza Erdogan red kir. Tîmerman bal kişande ser hewldanên Erdogan ên dijî Rojavayê Kurdistanê. Nivîskar û rojnameger Ken Tîmerman der barê êrîşên dewleta Tirk ên ser YPG’ê li Rojavayê Kurdistanê de wiha got; “Dema Erdogan hate Washînton, bi hêviya destûra Qesra Spî ji bo êrîşa ser YPG’ê werbige bû. Belê Serok Trump razî nebû. Ji Erdogan re got ku wê alîkariya YPG’ê bike. Diyar kir ku li Sûriye şêwirmendê wan ê leşkeri heye û wê dewam bike. Ji Erdogan re jî got ku DYA êrîşên Tirkiyê yên ser YPG’ê qebûl nake û YPG mitefîkê wane li Sûryeyê.” Ken Tîmerman anî ziman ku heya niha dewleta Amerîka PKK weke ‘terorîst’ dibine û wiha got: "Li gor nêrîna min ez dibinim ku demên pêş dibin desthilata Trump de ev jî bê guhertin. Ez difikirim ku dema pêş wê siyaseta Amerîka ya li hemberî PKK’ê bê guhertin. Ev jî di berjewendiyê Amerîka de ye. Ji ber ku heya niha PKK’ê li Tirkiyê dijî sivîlan şer nekiriye. Aligirên wan jî hene. YPG jî dostê artêşa Amerîka ye. Divê Erdogan fêrî vê bibe.” ‘ŞÊWRA NETEWEYÎ RÊBAZEK DEMOKRASİYÊ YE' Ken Tîmerman wiha got; “Li Sûrye artêşa Amerîka hemû alîkariyê dide YPG’ê. Wê ev jî bidome. Li gor min wê ev zêdetir jî bibe.” Ken Timerman der barê tevlîbûna xwe ya ji bo şêwra netewî ya di 15-16’ê Tîrmehê de li bajarê Silêmaniyê bi pêşengiya KNK’ê hat lidarxistin jî wiha got; “Ez li ser pirsgirêkên Rojhilata Navîn pir dixebitim. Ez weke çavdêr tevlî şêwra netewî bûm. Li gor min ev rêbazek a demokrasiye ye ku dikare li Kurdistanê pêk were. Ev modeleke ku welatên din jî dikarin li herêmê pêk bînin. Heya Iraq jî.”