Kemalbay: Desthilatdariyê ji Evren û 28'ê Sibatê derbas kir 2017-07-26 12:03:57 AMED - Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay çû serdana "Nobeda Edalet û Wijdanê" û got ku "Ez bang li gelê me dikin. Faşîzim hat lê dê bi xwe neçe. dê berxwedan û têkoşîn bi ser bikeve." Kemalbay aşkera kir ku AKP'ê ji Kenan Evren û 28'ê Sibatê derbas kiriye û banga xwedî deketina çalakiyêkir. "Nobeda Em Ranewestin, Bêjin Raweste, Faşîzmê Rawestînin" a ku Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) pêşengiya wê dike, di roja 2'yemîn de li Parka Ekîn Cerenê ya li Amedê dewam dike. Rixmê hemû astengiyan gel piştgiriyê dide "Nobeda Edalet û Wijdanê". Wekîlên ku duh ve li parkê di nobedê de ne, îro Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay çû serdana wan û piştgirî da çalakiyê. Kemalbay bi çepikan hat pêşwazîkirin. Wekîlan dowîzên "Em Ranewestin, Bêjin Raweste", "Ji tecrîdê re na", "Em ê bi ser kevin" û "Mafê kedkaran nayê xespkirin" hilgiritn. Piştî ziyaretê Kemalbay daxuyanî da çapemeniyê. ‘DÊ FAŞÎZIM BIXWE NEÇE’ Kemlbay diyar kir ku ji bo civak ji vê tariyê dekeve, ev çalakî gelekî girîng e û wiha axivî: "Ji bo gelê me bigihêje azadiyê em vê têkoşînê didin. Ez vê çalakiya ku ji duh ve hatiye destpêkirin silav dikim. Li Edliyeya Çaglayanê çapemenî dîl hatiye girtin, îro li vir nobeda wijdan û edaletê heye. Duh rûniştina 5'ê Hezîranê bû. Heke li Tirkiyeyê edalet hebûya, dê komkujiya 5'ê Hezîranê pêk nahata. Heke bersûç bihatana girtin û ew derxistana pêşberî edaletê, dê, komkujiyên Pirsûs û Enqereyê pêk nehatana. Ev rûyê deshilatdarî û hevkariyê jî radixe ber çavan. Duh kesê herî krîtîk ê dihat darizandin, serbest hat berdan. Ew kesekî ku di êrîşa Brukselê de cih girtî bû. Ji ber ku li dijî DAIŞ'ê tevdîr nehatiye girtin, gelê Tirkiyeyê di bin xetereyê de ye. Li Çaglayanê rojnameya Cumhuriyetê dîl hatiye girtin. Ji ber ku hiqûq tune û edalet tune, hin kes li vir nobedê digirin. Ez bang li gelê me dikim. Faşîzim hatiye lê dê bixwe neçe. Dê berxwedan û têkoşîn bi ser keve." Kemalbay got ku "Hûn ji derbkarên berê hêj derbekartir in" û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Kes nikare vîna gel tune bihesibîne, daxwaza ku deriyê HDP'ê nifte bikin û tayînkirina qeyûman vê dide nîşan. Desthilatdarî îro fatheyê li ruhê Kenan Evren û 28'ê Sibatê dixwîne. Hûn çiqasî derbekar dibin bibin, em ê jî têkoşîn û berxwedanê bimeşînin. Em ê li dijî debeya we azadiyê biparezin."