'Em bi dengê xwe tecrîd û dorpêçê bişkînin' 2017-07-26 12:50:35 AMED – Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr bang li gel kir ku saet di 21.00'an de li Amedê bibin dengê wijdanê û wiha axivî: "Em bi qorne, çepik û dengê xwe tecrîd û dorpêçê bişkînin." Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) çalakiya "Em ranewestin, bêjin raweste, faşîzmê bidin rawestandin" li Parka Ekîn Cerenê ya Amedê berdewam dike. Nobeda wijdan û edaletê rixmê astengiyan ji duh ve didome. Piştî axaftina Hevseroka Giştî ya HDP'ê Serpîl Kemalbay, Berdevkê HDP'ê Osman Baydemîr axivî û aşkera kir ku êvarê saet di 21.00'an de li Amedê dê 5 deqan çalakiya dengderxistinê pêk bê û wiha axivî: "Werin em van hesinê dorpêçê ji holê rakin. Ev tevger tevgera Gandî ye. Ev bana me ji bo gelê Amedê ye. Wijdan, edalet û azadî nirxên sedsala 21'emîn e. Em saet di 21.00'an de li Amedê bibin dengê wijdanê. Rêbazeke rûxandina vê dorpêçê jî deng derxistin e. Bi qorne, çepik em tercîd û dorpêçê bişkînin. Ez bi bawerim ku dê qêrîna li vir bê bihîstin. Dê çalakiya me 7/24 saetan berdewam bike. Heta tecrîda li ser Birêz Ocanal ranebe, dê ev çalakiya me berdewam bike." Piştî bangê wekîlên HDP'ê ji bo wekîlên girtî volta avêtin.