KCD - Em li pişt çalakiya HDP'ê ya Nobeta Edalet û Wîcdan in 2017-07-26 13:19:42 AMED - Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê çalakiya HDP'ê ya "Nobeta Edalet û Wîcdan de daxuyanî da û diyar kir ku ew li pişt çalakiya HDP'ê ne û piştgiriyê didin çalakiyê. Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), têkildarî çalakiya HDP'ê daxuyaniyek nivîskî weşand û piştgiriya xwe anî ziman. KCD'ê di daxuyaniyê de wiha got: "Dîktatoriya faşîst a Erdogan-Bahçelî li hemberî gelên Kurdistan û Tirkiyeyê şerê qirêj daye destpêkirin û ev şer her roj bi dijwarî tê meşandin. Bi ev şerê qirêj re bajarên me hatin wêrankirin û hilweşandin, her roj mirovên me tên qetilkirin û bi operasyonên qirkirina siyasî re di serî de Hevserokên HDP'ê Selahattîn Demîrtaş, Fîgen Yuksekdag, Hevseroka DBP'ê Sabahat Tuncel bi hezaran siyasetmedar hatin binçavkirin û girtin. Şaredariyên DBP'ê jî di nav de gelek sazî, komele û dezgehên demokratîk hatin dagirkirin û xespkirin. Her roj bi operasyonên qirkirina siyasî re mirov tên binçavkirin û bi rojan di bin çavan de dihêlin. " EM WEKÎ KCD XWEDÎ LI VÊ ÇALAKIYÊ DERDIKEVIN KCD'ê di berdewama daxuyaniyê de anî ziman ku xwedî li çalakiya HDP'ê derdikevin û wiha got: "Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) li hemberî ev şerê qirêj, ligel hemû astengiyan jî bi dirûşma "Em Ranewestin, Bêjin Raweste, Faşîzmê Rawestînin" komcivîna meclîsa ya vê hefteyê li Amedê pêk anî û piştî civînê li hemberî tasfiyekirina siyaseta demokratîk bi awayekî berxwedêrî dest bi çalakiya "Nobeta Berxwedanê" kir. Em wekî Kongreya Civaka Demokratîk, xwedî li ev çalakiya ji hêla parlamenterên HDP'ê ve hatiye destpêkirin derdikevin û ji gelê Amedê re dibêjin ku bi awayekî çalak tevli vê çalakiyê bibin û xwedîderketina vê çalakiyê berpirsyar û peywireke dîrokî ye. Li ser vê bingehê em bang li hemû gelê Amedê dikin ku parlamenterên xwe bi tenê nehêlin û bi awayekî çalak tevli çalakiya dengderxistinê ya ku her êvar seat di 21.00'an de pêk tê bibin."