Netanyahu bersîv da Erdogan: Yê herî dawî şîreta li Îsrailê bike Erdogan e 2017-07-26 13:56:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan li hemberî lêgerîna li Mescîd-î Aksa ya bi detektorê xwe aciz kiribû. Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahû bersîva tund da Erdogan û got, “Erdogan kesê dawîn e ku şîretan bide Îsraîlê.” Serokwezîrê Îsraîlê Benyamîn Netenyahû têkildarî daxuyaniya Serokê AKP'ê Tayyip Erdogan a li ser Mescîd-î Aksa îro bersivek da. Erdogan di daxuyaniya xwe ya duh de gotibû ku, bicihkirina detektorê ya li Camiya Mescîd-î Aksa şermezar dikim. Îro ofîsa Netanyahû jî daxuyaniyek da û got, “Ew ê balkêş be ku mirov bibîne wê Erdogan ji Kibrisa Bakur û Kurdan re çi bibêje. Erdogan, kesê dawîn e ku şîretan bide Îsraîlê.” Duh jî Wezareta Karê Derve ya Îsraîlê li ser hesabê twitterê gotibû ku, “Bila Erdogan serê xwe bi kêşe û aloziyên welatê xwe biêşîne.” Wezareta Karê Derve ya Tirkiyeyê jî duh daxuyanî dabû û gotibû, “Em daxuyaniya berdevkê Îsraîlê şermezar dikin. Azadiya bawerî û îbadetê ya cihûyan di mîsogeriya dewleta me de ye.” Erdogan ê ku duh Îsraîl rexne dikir îro jî têkildarî êrîşên li ser sînagogan got, “Li Stenbolê sînagog hene. Hin koman xwestin êrîşî sînagogan bikin. Min ji walîtiya Stenbolê û Gerînendetiya Emniyetê re got, ‘Destûrê nedin vî tiştî.” Krîza di navbera Tirkiye û Îsraîlê di sala 2009’an de bi gotina Erdogan a “one minute” ya li Davosê dest pê kiribû û bi êrîşa Marmaraya Şîn a sala 2010’an de zêdetir bûbû. Erdogan Davos û Marmaraya Şîn ji xwe re bi kar anî û di siyaseta hundirîn de kir amûra hilbijartinê û piştre jî doza Marmarayê di 9’ê Kanûna 2016’an de ji lêpirsînê xist. Erdogan wê çaxê dema doz ji lêpirsînê ketibû hinek komeleyên sîvîl nerazîbûn nîşanî wî dabûn û Erdogan gotibû “Dema hûn çûn wê derê, ma we ji serokwezîrê wê çaxê pirsî?”