Demîrtaş banga parastina Sûrê kir 2017-07-26 14:46:56 AMED - Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selahattin Demîrtaş, ji bo parastina sûrê bang li cemaweriyê kir û xwest her kes piştgiriyê bidin kampanya îmzeyan. Platforma Ji Xerakirina Sûrê Re Na" bi şîara “Amed û Suriçî cîhana me ya hevpar e, Em xerakirinê rawestînin" kampanya îmzeyan daye destpêkirin. Hevserokê Giştî yê HDP'ê Selehattîn Demîrtaş ji girtîgeha Tîpa F ya Edirne peyama piştgiriyê şand û bang li cemaweriyê kir ku her kes li dijî xerakirinê piştgiriyê bidin kampanya îmzeyan. Demirtaş, di peyama xwe de diyar kir ku Sûrê ji gelek şaristaniyan re molovanî kiriye û hafizaya hezaran salan a gelan e. Demîrtaş, anî ziman ku mirateya Sûrê şahidê şaristan, dîrok û çanda zindî ye û xwest li dijî tunekirina vê hafizayê her kes li Sûrê xwedî derkevin. Demîrtaş, silav û hurmetê xwe ji gelê Sûrê û kesên kampanyayê dimeşînin re şand.