Hasan Cemal: Em dê mafê gel ê agahdariyê biparêzin 2017-07-26 15:12:19 STENBOL - Rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê didome. Rojnamegeran li ber edliyê daxuyanî dan. Rojnameger Hasan Cemal, diyar kir ku ew li pişt rojnamegerên tên darizandin e û dê mafê gel ê agahdarkirinê biparêzin. 1'emîn, doza Rojnameya Cumhuriyetê ku 11 jê girtî 17 nivîskar, edîtor, rêveber û xebatkarên wê tên darizandin, di roja 3'an de li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Çaglayana Stenbolê berdewam dike. Koordinasyona Doza Cumhuriyetê li ber Edliyê daxuyanî da. Endamên Komeleya Hiqûqnasên Hemdem, Platforma Hiqûqnasên Azadîparêz jî piştgiri dan daxuyaniyê. Rojnamegeran di çalakiyê de pankarta ku wêneyên xebatkarên Rojnameya Cumhuriyetê li ser “Em hemûyan dixwazin di vê doza Cumhuriyetê de" vekirin. Dîsa wêneyê Midûrê Karên Nivîsan Înan Kizilkaya, Nûçegîhanê DÎHA ya bi KHK'ê hat girtin, Nedim Türfent û Nûçegîhana Gazete Şujin Zehra Dogan ve kirin. Di daxuyaniyê de Rojnameger Hasan Cemal, axivî û diyar kir ku hemû îdîanameya der barê rojnamegeran de peritiye û li dijî hiqûqê ye. Cemal, diyar kir ku ew li pişt rojnamegerên tên darizandin e û dê mafê gel ê agahdarkirinê biparêzin. Daxuyanî bi çepikan bi dawî bû.