Wesayîta ku rê çêdikir bû sedema mirina 2 kesan 2017-07-26 19:02:49 MÊRDÎN - Wesayîta ku riya navbera Amed û Mêrdînê çêdike bû sedema mirina du kesan. Wesayîta kar ku ji rê derket li wesayîta ji Mêrdînê ber bi Amedê ve diçû ket, du kesên di erebeyê de mirin û kesek jî bi giranî birîndar bû. Li ser rêya Mêrdîn û Amedê ku xebatên çêkirina rê lê tên kirin wesayîta ku rê çêdike ji rê derket û li wesayîta bi plakeya 06 DN 2393 ket. Di wessayîta ku qulibî de 2 kesan jiyana xwe ji destda û kesek jî bi giranî birîndar bû. Der barê bûyerê de lêkolîn hatin destpêkirin.