Li dijî maşîneya polîsan êrîş pêk hat: herî kêm 20 kes birîndar bûn 2016-12-10 23:25:18 STENBOL – Li navçeya Beşîktaş a Stenbolê li dijî maşîneya polîsên hêzên çevîk êrîşa bombeyi pêk hat. Wezîrê karên Hundir Suleyman Soylu, diyar kir ku di êrîşê de 20 kes birîndar bûn. Li pêş Statduya Bêşiktaşê ya navçeya Beşîktaşê ya Stenbolê li dijî maşîna polîsên hêzêk çevîk êrîşa bombeyî pêk hat. Di êrîşê de hat zanîn ku herî kêm 20 kes birîndar bûne. Piştî êrîşê gelek ambulans sewqî herêmê hatin kirin. Çawa ku bûyer hat bihîstin Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu berê xwe da stenbolê. Suleyman Soylu, diyar kir ku di êrîşê de 20 kes birîndra bûne. Tê diyarkirin ku dibe êrîş bi maşîneya bombeyi pêk hatiye Gelek ambulans çûn cihê bûyerê.