Demsala hejîrên bi strî dest pê kir 2017-07-27 09:34:34 EDENE - Li herêma Çukurovayê demsala hejîrên bi sitrî dest pê kir. Hejîrên bi strî li ser dezgehên firotinê cihê xwe girtin. Demsala komkirina hejîrên bi strî yên li herêma Ege û Herêma Rojhilata Deryaya Spî tên çandin dest pê kir. Hejîrên ku wek depoya şîfayê tên zanîn cihê xwe li ser dezgehên esnafan girtin. Hejîrên ku komkirina wan pir zahmet e, tevi hemû zehmetiyan tên komkirin û li ser dezgehan tên firotin. Hejîrên ku ji aliyê gelê herêmê ve bi navê Hejîrên Hint, Frenk, Misir, Babutsa, Kilis, Pabuç, Kaynanadili û Xwarina Kurek tên binavkirin wekî depoya şîfayê tên zanîn. Hejîrên ku ji darên kaktusê tên komkirin li ser dezgehên esnafan tên firotin. Heba hejîran bi 50 qurişî tên firotin. Seyarfiroş Huseyin Kavurcu ku 20 salin hejîran difroşe, diyar kir ku edeneyî pir ji van hejîran hez dikin û wiha got: "Rojê nêzî 100 hezar-150 hezar tên firotin. Ji bo mahden baş e û tama wê gelek xweş e. Kavurcu, anî ziman ku 10 rojin ku hejîr tên komkirin û cihê xwe li ser dezgehan girtine û wiha got: "Gel pir ji van hejîrên bi strî hez dike. Her ku dixwin bêtir dixwazin bixwin. " Kirîger Ahmet Acar jî anî ziman ku tahma wan pir xweş û baş e û xwest ku her kes wan bitahmije.