'Nobeta Wijdan û Edaletê’ di roja sêyemîn de ye 2017-07-27 10:11:37 AMED – “Nobeta Wijdan û Edaletê” ya HDP’ê ku li Amedê da destpêkirin di roja sêyemîn de didome. Çalakiya “Nobeta Wicdan û Edaletê” ya 10 parlamenterên HDP’ê ku li Parka Ekîn Ceren a Amedê da destpêkirin di roja sêyemîn de didome. Bi hilatina rojê re parlamenter ji xew rabûn û di bin dorpêça polis, bariyar û maşîneyên zirxî de meşiyan û paqijiya derdorê kirin. Pişt re parlamenteran li gel rojnamgeran taştê xwarin. Li bendêye ku îro gelek kes serdana nobetê bikin.