Leşker û cerdevanek birîndar bûn 2017-07-27 10:32:59 SÊRT – Li çoltera Berwarî di navbera leşkerên derketin operasyonê û HPG’iyan de pevçûn derket, leşker û cerdevanek birîndar bûn. Li çoltera navçeya Berwarî ya Sêrtê di navbera leşekerên duh bi şev derketin operasyonê û HPG’iyan de pevçûn derket. Di pevçûnê de çawişekê pişpor û cerdevanek birîndar bûn. Leşker û cerdevanê birîndar bi helîkopterê rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Sêrtê. Yekîneyên taqwiyê sewqî herêma pevçûnê hatin kirin û operasyonek berfireh hat dest pê kirin.