Ji Koço ber bi Reqqayê ve dema hesab pirsînê ye 2017-07-27 11:10:21 REQQA – Ferzad Sozdar ê şervanê YBŞ’ê ku ji gundê Koço Şengalê ye tevlî pêngava Reqqayê bû. Sozdar destnîşan kir ku ew ji bo rizgarkirina êzidiyan, xizmên xwe û hemû nirxên êzidiyan ku hatine firotin û ji bo hesap pirsînê tevlî pêngavê bûye. Pêngava “Cenga Mezin” a rizgarkirina Reqqayê ku ji aliyê şervanên QSD’ê ve didome 51 roj li pey xwe hişt. Heta niha 8 tax hatine rizgakirin û pêşveçûna şervanan a ber bi eniyên rojava, rojhilat û başûr ve jî didome. Li tevahiya eniyan pevçûnên mezin di navbera şervanan û DAIŞ’ê de diqewime. Li her sê eniyan şervanan hemû hêza DAIŞ’ê şikand û kêlî bi kêlî bi pêş de diçin. Li gel 17 hêzên ku tevlî pêngavê bûne, Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) û Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) jî di nav pêngava rizgarkirinê de cih digirin. ‘WINDAYÊN HERÎ GIRAN KOÇO DA’ Ferzad Sozdar ye ji şervanên YBŞ’ê û ji gundê Koço yê bi ser Şengalê ve ye û gundê Koço di dagirkirina DAIŞ’ê de fermana herî dijwar jiya. Sozdar ê ku di refên berxwedanê yên herî pêş de cih digire 21 saliye û gelek xizmên wî ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin. Dema DAIŞ êrîşî Şengalê dike dayik, bav û xwişk û birayên xwe rizgar dike. Lê bele xaltîk, metik û xalên wî dîl dikevin deste DAIŞ’ê. Sozdar pişt re hîn dibe ku du xalên wî hatine înfazkirin û metik, zarokên wê û xaltîkê wî jî ji Musilê dibin Reqayê. FERMANA HERÎ DIJWAR LI KOÇO Sozdar da zanîn ku dema DAIŞ dikeve gundê wan herkes dixwaze xwe rizgar bike û wiha got: “Em çûn gundê Solaxê. Dema DAIŞ hat gelek Şengalî reviyan. Lê Koçoyan got ‘Nikarin tiştekî ji me bikin û kirîvên me yên ereb hene. Bi vî awayî gelek baweriya xwe bi wan anîn. Lê belê hemû piştevanên DAIŞ’ê derketin û wan firotin. Hemû jin û keçên gundê Koço desteser kirin û li gel xwe birin. Yên mayî jî hemû qetilkirin. Kolanên Koço bi xwînê diherikîn. Komkujiya herî mezin li gundê Koço bi ser êzidiyan ve pêkanîn.” ‘MIN JI GORÊN KOMÎ DÎTIN’ Sozdar da zanînku ewqas mirov qetilkirin, piştre jî gorên komî derketin holê û wiha got: “Min jî ew gorên komî dîtin. Lê kes cenazeyan nasnake û ji hev nayên derxistin. Kes nizane kê bave, dayike, biraye û xwişk e. Me komkujiyek herî dijwar a di dîrokê de jiya.” Sozdar anî ziman ku piştî ew ji komkujiyê xelas bû, tevli heza parastina Êzidiyan YBŞ’ê dibe û wiha bilêv kir: “Ji ber ku heza parastina Êzidiyan tunebû, Şengal hat firotin. Em mîna qûrbanê DAIŞ’ê hatin hilbijartin. Berî DAIŞ bikeve Şengalê, ewqas hêz û çekên giran ji ku hatin? Lê her kes vê yekê baş dizan e.” XALET Û META WÎ LI REQAYÊ ÊSÎRÎN Sozdar dest nîşan kir ku 2 xalên wî yên hatin esîr gitin, serê wan hat jêkirin. Sozdar qala xaleta xwe û zarokên wê kir û wiha pê de çû: “Meta min berî operasyona Reqayê dest pê bike, rêyek dît û çend caran bi telefonê bi me re axivî. Meta min herî dawî li gundê Tixna yê nêzî Tabqayê bi min re axivî. Ji min re got dê di demek nêzîk de operasyona Reqayê dest pê bike û dê me hemû Êzidiyan li navenda Reqayê kom bikin. Piştî vê axaftinê êdî min agahî ji xaleta xwe negirt.” ‘HATIM HESAP BIPIRSIM” Sozdar aşkera kir ku ew di serî de ji bo hemû Êzidî û xizmên xwe yên li Reqayê, hatiye şer bike û wiha bi dawî kir: “Li vê derê şer kirin, ji bo min rûmet e. Hatim hesabên nirxên ku hatin firotin, bipirsim .” Nazim Daştan - dihaber