Ciwanek li ser sînorê Tirkiye û Îranê hat kuştin 2017-07-27 11:16:33 COLEMÊRG - Rejîma Îranê li ser sînorê Tirkiye û Îranê li gundê Kendalokê ciwanek qetil kir. Rejîma Îranê li ser sînorê Tirkiye û Îranê li gundê Kendalokê ya Gevera Colemêrgê ciwanek qetil kir. Li gorî agahiyên ku gundiyan daye; welatiyê bi navê Kamuran Firat (24) di saetên êvarê de hatiye gulebarankirin û jiyana xwe ji dest daye. Hat diyarkirin ku Firat ji pişta xwe ve hatiye gulebarankirin, welatiyên gund ew rakirine Nexweşxaneya Dewletê ya Geverê û rixmê hemû mudaxaleyan jî nehatiye rizgarkirin. Welatiyan destnîşan kir ku Firat sînor jî derbas nebûye, lê dîsa jî leşkerên Îranê ew gulebaran kiriye. Hat gotin dê cenazeyê Firat îro bê definkirin.