Nêviyê Reqqayê rizgar bû 2017-07-27 11:16:49 REQQA – Berdevka pêngava “Cenga Mezin” Cîhan Şêx Ehmed li ser hesabê xwe twîtterê ragihand ku ji sedî 50’î yê Reqqayê ji destê DAIŞ’ê rizgar kirine. Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) ji bo Reqqayê rizgar bikin operasyana “Cenga Mezin” dabûn destpêkirin û operasyon di roja 51’emîn de dewam dike. Li bajêr pevçûnên dijwar diqewimin û şervanên QSD’ê gav bi gav bi pêş de diçin. Berdevka pêngava “Cenga Mezin” Cîhan Şêx Ehmed li ser hesabê twîttera xwe ragihand ku ji sedî 50’î yê Reqqayê ji destê DAIŞ’ê rizgar kirine.