Doza Rojnameya Cumhuriyetê di roja 4'an de ye 2017-07-27 12:35:40 STENBOL – 1'emîn rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê ya 11 jê girtî 17 rojnameger tên darizandin di roja 3'an de berdewam dike. 1'emîn rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê ku 11 jê girtî 17 nivîskar, rêveber û xebatkarên rojnameyê tên darizandin di roja 4'emîn de li 27'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê didome. Wekîlên CHP û HDP'ê, xebatkarên çapeniyê û xizmên rojnamegerên girtî jî amade bûn. Rûniştin dê bi parastina nivîskarên girtî Aydın Engin, Orhan Erinç û Hikmet Çetinkaya bidome. Ewil dê Aydın Engin parastine bike.