TJA bang li tevlêbûna 'Nobeta Edalet û Wîcdan' a HDP'ê kir 2017-07-27 14:28:05 AMED - TJA, bang li tevlêbûna çalakiya "Nobeta Edalet û Wîcdan" a HDP'ê kir û xwest her kes piştgiriyê bide. TJA'yê anî ziman ku dîrok her dem rastiyê dibîne û pêşeroj ya wan e. Tevgera Jinên Azad (TJA), bi daxuyaniyek nivîskî piştgirî da çalakiya HDP'ê ya "Nobeta Edalet û Wîcdan" ku li Parka Ekin Ceren a Amedê dane destpêkirin. TJA diyar kir ku di 2 salên dtawî de siyaseta şer tê meşandin û di xerakirina bajarên kurdan de bi hezaran mirov hatin kuştin û wiha got: "Bi deh hezaran endamên muxalefeta demokratîk hatin girtin. Hikûmetê bi polîtîkaya înkar û îmhaya kurd a li dervê aqilan xwest pirsgirêka kurd çareser bike û pêvajoya şer da destpêkirin. Tecrîda îmraliyê mutlaq kir û pêvajo xera kir. Bi tecrîda li ser Rêberê Abdullah Ocalan û polîtikaya inkar û îmhaya çareseriya pirsgireka kurd ev nayê çareserkirin. Em wekî TJA'yê bi hemû hêza xwe piştgiriyê didin vê çalakiyê. Em bang li hemû gelê Amedû û gelê kurd dikin ku beşdarî nobeta koma HDP'ê ya berxwedanêbibin."