Bav Demir: Ji bo dawî li îstîsmarê bê ev ceza, cezayekî girîng bû 2016-12-11 09:05:28 MÊRSÎN - Li Mêrsînê, zarokê bi navê H.D. (11) yê li cihê şûştina otoyan dixebitî, rastî îstîsmara zayendî ya E.A hatibû. Bavê H.D., Orhan Demîr diyar kir ku, biryara 63 sal cezayê hepsê yê li E.A. hat birîn, biryareke emsal e û wiha got:"Ji bo careke din bûyerên îstîsmarê pêk neyên û dawî li wan bê ev ceza, cezayekî girîng e." Li Taxa Okan Merzecî ya navçeya Toroslara Mêrsînê, zarokê bi navê H.D. (11) yê li Vatan Oto Yikamayê dixebitî, di 25'ê tebaxê de rastî îstîsmara zayendî ya E.A. (22) hatibû. 3'yemîn Dadgeha Cezayê Giran a Mêrsînê, bi tawanbariyên "Bi awayekî zayendî îstîsmara zarok", "Bi çekê pêkanîna hewldana îstîsmarê" , "Ji ber îstîsmara zayendî binpêkirina hurriyeta zarok" û "Ji bo windakirina delîlan teşebusa kuştina mêrî", 63 sal ceza li E.A. birî. Bavê H.D., Orhan Demîr, vê biryara dadgehê bi erênî pêşwazî kir û wiha got:"Ya me jî dixwest ev bû. Ji bo wehşetên bi vî rengî careke din pêk neyên, divê cezayên wisa bên dayîn. Ji bo careke din bûyerên îstîsmarê pêk neyên û dawî li wan bê, ev ceza, cezayekî girîng e." Demîr diyar kir ku, bersûc cezayekî giran wergirtiye, lê li ser vê hîn jî derûniya kurê wî nebaş e û wiha got:"Em cezayên hîn girantir dixwazin. Zarokên her kesî hene, ji ber vê dîsa jî ev cezayekî baş bû. Dîsa em dixwazin di bûyerên îstîsmarê yên bi vî rengî de, cezayên giran belav bibin." ‘BANDORA PIŞTEVANÎ Û RAYA GIŞTÎ HEBÛ' Parêzerê H.D., Ozgur Çaglar anî ziman ku, ji roja bûyera îstîsmarê pêk hat heta niha, rêxistinên civaka sivîl, rêxistinên jinan, parêzerên girêdayî Baroya Mêrsînê yên şopdarê dozên bi vî rengî gotin, "Em xwedî li vê dozê derdikevim û em ê li pişt bin" û bi vî awayî bi ser dadgehê ve çûne û got, di encama vê biserdeçûnê de biryarek wisa derket. Çaglar wiha domand:"Di vê dozê de ji ber piştevaniyê encameke wisa derket holê. Em dizanin heke biserdeçûyînek çênebûna û rayeyeke giştî nehatana çêkirin, wê dadgeh nêvî nêvî ceza bidana. Lê di encama bi serdeçûyînê de, ceza rastî tu daxistinekê nehat û bi ser de di sînorê herî jorîn de hat dayîn. Bi biryarên wisa emsaliyî, li ser dadgehan pêkanîna hêzeke tazyîk û biserdeçûyîn xwedî bandor e." ‘PEDAGOG ÎFADEYA ZAROK WERGIRT' Xebatkara Navenda Jinê ya ÎŞTAR'ê Derûnas Fahriye Cengîz jî anî ziman ku, ew ji serî heta dawî şopdarê dozê bûne. Cengîz anî ziman ku, ji roja ewil a dadgehê heta niha tenê hesasiyeta wan zarokê rastî îstîsmarê hatiye bi xwe bûye. Cengîz ragihand ku, ji bo zarokê bûyera îstîsmarê ya rastî wê hatiye careke din li dadgehê di hizûra herkesî de venebêje, careke din bi bersûc re rû bi rû nemîne û ji bo bi awayekî derûnî rastî travmayekê neyê, bêyî zarok derxin dadgehê îfadeya wî ji aliyê pedagogekî ve hatiye wergirtin. Cengîz anî ziman ku, di bûyerên îstîsmarê de heta rayeyeke giştî neyê çêkirin, dadgeh seyra xwe naguherîne. ‘BIRYAREKE EMSAL' cengîz dest nîşan kir ku, di dozên bi vî rengî de, divê zarokê rastî îstîsmarê hatiye ji dewreyê bê derxistin, doza bi bersûc re bê dîtin û wiha got:"Di dozên bi vî rengî de ji xwe kesê/a hatiye mexdûrkirin di nav kevanê de bi rewşeke rezîlbûyî, vederkirina civakî (heramkirina ji aliyê civakê, neqebûlkirin) re rû bi rû dimîne. Di van dozan de, divê bersûc rezîlbûnê û vederkirina civakî hîs bike. Di van dozan de, divê kirde bersûc be, dema we ev kir wê tespîtkirin an jî deşîfrekirina mexdûr ji holê rabibe." Cengîz herî dawî got, doz biryareke emsal e û di vê dozê de ji edaleta pêk hat bêtir, ji ber parêzvanên dozê zêde bûn wan encameke wisa ji dozê wergirtiye.