Nivîskarê Evrenselê Yusuf Karataş hat girtin 2017-07-27 18:29:03 AMED - Nivîskarê Rojnameya Evrenselê Yûsûf Karataş, di çarçoveya lêpirsîna KCD'ê de hat girtin. Qunciknivîsê Rojnameya Evrenselê Yûsûf Karataş, di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Amedê hat birêvebirin de, li Muduriyeta Polîsan a Amedê îfade da. Karataş li gel parêzerê xwe Tûgay Bek îfade da û bi daxwaza girtinê sewqî 1'emîn Dadweriya Cezayê Sulhê hat kirin. Dadgehê biryara girtina Karataş da. Di lêpirsînê de ji Karataş "Komcivîna Karkerên Çandiniyê yên Demsalî yên Mezopotamyayê" ku di navebra 6-7'ê Nîsana 2013'an de ji aliyê KCD'ê ve li Wêranşara Rihayê hat lidarxistin hat pirsîn. Di lêpirsînê de komcivîna der barê amfên karkerên çandiniyê de wek fealiyeta "terorê" hat nîşandan.