Zarok TV: Ji cihê mayî em ê berdewam bikin 2016-12-11 09:06:52 AMED - Qenala kurdî ya zarokan Zarok TV a di 28'ê îlonê de bi KHK'ê hatibû girtin, di 9'ê kanûnê de dest bi serdema weşana xwe yî nû kir. Gerînendeya Weşana Giştî ya Zarok TV'yê Dîlek Demîral diyar kir ku, wan dizanibû biruara girtinê biryareke xelet e û got, ew ê ji cihê mayî berdewam bikin. Zarok TV ya yekemîn qenala kurdî ya fîlmên kartonî ya Tirkiyeyê ye, di 21'ê adara 2015'an de dest bi weşana xwe kiribû. Zarok TV'ya ku rastî eleqeyeke zêde dihat, bi Biryarnameya Di Hukmê Qanûnê de (KHK) a di 28'ê îlonê de hatibû derxistin, tevî gelek televîzyonên muxalif hatibû girtin. Bi fermana Serokwezîr, di 28'ê îlonê de 12 qenalên televîzyonan û 11 radyoyên ku bkurdî û muxalif hatibûn girtin. ‘BI BIRYARA HAT DAYÎN VEGERA JI XELETIYÊ YE' Gerînendeya Weşana Giştî ya Zarok TV'yê Dîlek Demîral diyar kir ku, wan di 9'ê kanûnê de dest bi weşanê kiriye û ragihand ku, wan dizanibû biryara girtinê biryareke xelet û şaş e. Demîral anî ziman ku, wan ji bo biryara der barê Zarok TV'yê hatibû dayîn bi qasî xwe gihandine serî li gelek eksan dane û wiha axivî:"Ji bo ji vê biryara xelet bê vegerîn, me daxwazin ku divê ji destê kê çi tê bike ragihand. Me behsa xwe û televîzyonên xwe kir û di encamê de ji vê biryara şaş vegerek çêbû. Wek em her tim dibêjin, tekane tişta em dikin weşana bi kurdî ye. Di vê pêvajoyê de temaşevanên me di serî de, em spasiya hemû derdorên ku bi her awayî alîkarî kirin dikin." ‘EM Ê BI BERNAMEYÊN BIQALÎTETIR Û WESIFDARTIR WEŞANA XWE BIDOMÎNIN' Demîral dest nîşan kir ku, piştevaniya temaşevanan ji bo wan zaf girîng û watedar e û wiha got:"Em bawer dikin ku, wê piştevaniya temaşevanên me dan, gelek tişt guherandin. Em ê ji cihê mayî berdewam bikin. Em ê bi bername û fîlmên kartonan ên nû, bernameyên biqalîtir û wesifdartir weşana xwe bidomînin. Ji xwe em qet ranewestiyan, dema em girtîbûn jî me xebatên xwe didomandin. Me her cihwar ji xwe re kir cihê xebatê. Êdî em li TV'ya xwe xebatên xwe bidomînin."