'Sirên dewletê' yên ku nûçegihanê me daxuyandine: Li AFAD'ê fuhûş, sewqiyata leşkerî, vîla û komeleyên nepen... 2017-07-27 20:04:33 NAVENDA NÛÇEYAN - Nûçegihanê me Erdogan Alayumat ku li Îslahiyeyê hatibû binçavkirin, ji ber nûçeyên ku çêkirine bi îdiaya "Endamtiya rêxistinê" û "Sirên dewletê daxuyandine" hat girtin. Hin ji sernavên nûçeyên ku Alayumat çêkirine û ji bo wan tê gotin ku 'sirên dewletê ne' û di dihaberê de weşiyane ev in: *Jina penaber a wek hewiyê hat firotin: Ji li Sûriyeyê li bazara koleyan, li Tirkiyeyê li kampan tên firotin *Li sînorê Hatay, Efrîn û Dîlokê amadekariyên êrîşa li hemberî Efrînê hatin lezandin *Çeteyên Fuhûşê li AFAD'ê kamp ava kirin! *‘Mertala Firatê' zarokan dişîne şer! *Îhtimala êrîşa li hemberî Efrînê jî welatiyên li dor sînor nerihet dike *Ji Qaterê ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin? *Gelo Tirkiye walî tayînî bajarên Sûriyeya Bakur kirine? *Bi TIR'ên qaseyên wan mohrkirî ber bi Cerablûsê çi tên veguhastin? *‘Min 150 malbatên tirkmen veguhastin Cerablûsê' *Mamosteyê cerablûsî: Bêehlaqî û îşkence zêde ye *Li sînorê Kilîs û Qarqamişê wesayîtên bê plake cirîdan davêjin *Vîlayên li ser sînor êvarî bêdeng in, bi şev biçek in! *Li sînorê Efrînê fermana 'berde' *2 polîsên li Hatayê birîndar bûn mirin *Ser aqûbeta DAIŞ'iyên li Hatayê hatin girtin tê nixumandin *Li Reyhanliyê aboriya şer kî dewlemend kir? *Ocaxên keviran Amanosê tarûmar kirin *Gelo navenda ÎHH'yê ya li reyhanliyê girêdayî Wezareta Navxweyî ye? *Li Reyhanliyê di salekê de 47 komele hatin avakirin *Bi şer re li navçeyên li ber sînor betalî zêde bû *Dîwarê li ser sînor tê çêkirin qada xezalan teng dike *Ber bi sînorê Hatayê ve sewqiyat: El Nûsra li ser sînor hat bicihkirin *Penaberê xirîstiyan: Tirkiye bi qasî Sûriyeyê xirab e *Hêzên ku dê êrîşî Sûriyeya Bakur bikin tên perwerdekirin *Hemû gavên xwendekaran 'sûc' e *Li Hataya ku mozaîka gelan e tu tişt nema