Rojnameger Erdogan hat binçavkirin 2017-07-28 00:40:42 MÊRSÎN - Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ozkan Erdogan, li navçeya Tarsûs a Mêrsînê hat binçavkirin. Xebatkarê Rojnameya Ozgurlukçu Demokrasiyê Ozkan Erdogan, dema li Taxa Şahînê ya navçeya Tarsûs a Mêrsînê digeriya, bi hinceta li ser wî kovar hene hat binçavkirin. Hat hînbûn ku Erdogan li Muduriyeta Polîsan a Navçeyê tê ragirtin.