Li gel jiyaneke di nav şert û mercên zehmet de, dema zivistan jî lê zêde bibe... 2016-12-11 09:09:28 EDENE - Nêzî hezar û 200 penabarên ji ber şerê li Sûriyeyê, li Edeneyê di konên ku bi derfetên xwe vedan de dijîn, di nav şert û mercên zehmet de, ji bo jiyînê li ber xwe didin. Li gel betalbûyînê, penaberên ji hijyeniyê mehrûm dijîn bi nexweşînan re rû bi rû ne û her wiha ji ber şert û mercên zivistanê jî, di bin rîsk û xetereyên cuda de ne. Li gel bi awayekî dijwar domandina şerê li Sûriyeyê yê di 2011'an de dest pê kir, penaberên ji neçarî ji şer reviyan jî, bi heman awayî ji bo jiyînê li ber xwe didin. Penaberên hatin Edeneyê û di konan de dijîn, li gel zor û zehmetiyên jiyanê, li dijî sermabûna hewayê û pirsgirêkên binavayî yên qadên lê dijîn têdikoşin. Penaberên ku bi alîkariyan û karên rojane debara xwe dikin, li Taxa Koza ya Yuregîra Edeneyê di konên ku bi derfetên xwe vedan de dijîn. Li van konan tevî jin, mêr û zarokan bi nêvengî hezar û 200 penaber dijîn. NEXWEŞÎNA EPÎLEPSIYÊ BERBELAV E Li konên penaber dijîn, tu xizmeteke tenduristiyê nayê kirin, tenê li nexweşxaneyan pêdiviyên wan î tenduritiyê bi qertên danasînê yên biyaniyan bi cih tên. Li gel zarokên berasteng û hin nexweşînên din, di nav penaberan de herî zêde nexweşîna epîlepsiyê berbelav e. BI NEXWEŞÎNAN RE RÛ BI RÛ NE Penaberên li gel alîkariyên dewletê, bi alîkariyên rêxistinên civak sivîl jî li ser piya disekinin, herî zêde ji alîkariyên dewletê yên bi awayekî qismî tên dayîn bi gilî û gazinc in. Li herêmê xizmeta binavayiyê hema bêje qet tune ye, lê penaberan bi derfetên xwe ev pirsgirêk çareser kiriye. Di nav konan de dema baran dibare zêde herî çêdibe û dibe sedam qenalên bermayiyên avê û li gel vê ji ber çopên li herêmê, penaber bi nexweşînan re rû bi rû dimînin. ZIVISTAN HAT XETERE ZÊDE BÛN Penaberên ku bi sobeyên tenekayan pirgirêka xwe yî germbûnê çareser dikin, ji ber van sobeyan dibe ku ji nişkave bi şewatan re rû bi rû bimînin. Sala çûyî, ji ber du şewatên ku ji sobeyan jêderk bû zarokek jiyana xwe ji dest dabû û heman şik û guman ji bo vê zivistanê jî hene. Lê li gel van hemû rîsk û xetereyan penaber dîsa jî ji neçarî di konan de dijîn. JI AVA PAQIJ JÎ MEHRÛM IN Penaber pêdiviya xwe yî avê ji kaniya ku ji aliyê Şaredariya Yuregîrê hat çêkirin bi cih tînin û bi qofe û metereyan avê vediguhezînin konên xwe. Ava ku ji aliyê jinan ve bi metere û qofeyan tê veguhastin, qofe her çiqas ne hîjyenîk bin jî dîsa tên bikaranîn. Zarokê bi navê Ahmîd Selam ê ji bo avê dibe û ji mecbûrî hman avê vedixwin, behsa zor û zehmetiyên ew bi wan re rû bi rû dimînin kir û nerazîbûna xwe ji bo şert û şirûtên ew tê de dijîn dan der. LI ‘BAZARA EMELEYAN' LI BENDA KAR DISEKININ Penaber, li gel van rîsk û xeterayan ji bo debara xwe bikin di sektorên wek înşaat û çandiniyê de dixebitin û her sibeh rawestgeha wan ber Mizgefta Harranê ya li Taxa Kozayê ye. Li ber mizgeftê radiwestin û li bendê ne ku hin kes werin û wan bibin kar. Heta saetên nîvro li ber mizgeftê radiwestin. Yên kar bi bi dest bixin diçin kar, yên bi dest nexin jî dubare vedigerin konên xwe. Li gel karên înşaat û çandiniyê, penaber bi berhevkirina kaxezan û bi hurdekariyê jî re mijûl dibin. ‘EM NIKARIN KAR BIECIBÎNIN' Suleyman Ammar diyar dike ku, ew her sibeh ji bo biçin karekî radiwestin û anî ziman ku, lê belê heftê ya rojek an jî du rojan dixebitin. Ammar diyar kir ku, ew her cure karî dikin û beramberiya karên ku dikin di navbera 30-50 TL'yî werdigirin û got, tu vebijerkeke wan î ku kar hilbijêrin tune ye. Hema bêje piraniya penaberan nexweş in û ji ber van nexweşînên xwe gelek ji wan nikarin bixebitin. Salih Mûhammed tîne ziman ku, ji ber nerihetiya wî ya ji milê wî yê çepê, kes wî nabe kar.