Îdiaya di rapora pêzaniyê ya wezaretê de nelirêtî heye! 2016-12-11 09:14:45 AMED - Li Sûrê, niştecihên Taxa Îskenderpaşayê ya di çarçoveya îstîmlaqa lezgîn de ye, bi teblîgata ji aliyê Wezareta Karên Hundurîn hat şandin re bi darê zorê ji malên xwe tên derxistin. Ji aliyê xwediyên malan û parêzeran tê îdiakirin ku, di rapora pêzaniyê ya ji niştecihên taxa ku wê malên wê bên rûxandin û veguherînin qereqolan hat şandin re nelirêtî derketiye holê. Li Sûra Amedê, di pêvajoya qedexeya derketina derve û pevçûnan de, Lijneya Wezîran hema bêje ji bo temamiya navçeyê biryara îstîmlaqkirina lezgîn ragihandibû. Her wiha, bi îstîmlaqkirina lezgîn re li cihên hatin rûxandin ji aliyê Lijneya Parastinê destûra çêkirina qereqol, qulûbeyên ewlehiyê û qûleyan hatibû dayîn. Li gel her çiqas welatiyên Sûrê û rêxistinên civaka sivîl li dijî biryarê derketibûn jî, Wezareta Karên Hundurîn tevgeriya û di vê çarçoveyê de ji niştecihên Taxa Îskenderpaşayê teblîgat şand û ji wan xwest ku heta 15 roja divê malên xwe vala bikin. Lê belê, welatî li taxê li dijî çêkirina qereqolan e û hem jî ji ber di kiariyên fermî de nelirêtî hene, naxwazin malên xwe vala bikin. DI RAPORA PÊZANIYÊ DE NELIRÊTÎ Li Taxa Îskenderpaşayê, piştî têkildarî vê mijarê teblîgat ji Apartmana Mûratê ya 6 qatî ye û ji 12 daîreyan pêk tê hat şandin, bû sedema bertekdayîna welatiyan. Di heman avhiyê de ji 7 daîreyan re 64 hezar TL dikeve û ji 5 daîreyên din re jî 13 hezar TL dikeve. Parêzerên bi mijarê re eleqedar in jî diyar dikin ku, meblaxa metrekareyan a di rapora pêzaniyê de cih digire, tu eleqeya wê bi rastiyê re tune ye û daxuyandin ku, bêyî tespîta fîzîkî ya metrekareyan bê kirin, di ser qeyda tapûyê re hatiye kirin û ji ber vê pêzan li cihê cih tespît pêk neaniye. Ji bo mexdûriyeta ji ber vê xwe da der ji holê rabibe, beriya rûxandina avahiyê wê parêzer doza tespîtê vekin. Li dijî teblîgata ku Wezareta Karên Hundurîn bi rêya muduriyeta polîsan ji malbata şand û ji welatiyan hat xwestin ku di nav 15 rojan de malên xwe vala bikin jî, wê niştecihên avahiyê bi rêya parêzeran îtiraz bikin. 'EZ LI DIJÎ AVAKIRINA QEREQOLÊN LI ŞÛNA NAVENDA QADÊN JIYANÊ ME' Ji niştecihên avahiyê karkerê înşaatê Salîm Bîçer (35) yê hem ji ber nelirêtiyên kirariyên fermî û hem jî tunekirina qadên jiyanê û li şûna wan avakirina qereqolan îtiraz kir diyar kir ku, ew naxwaze mala xwe vala bike. Bîçer wiha bertek nîşan da:"Ev 30 sal e ez li vê malê dijîm. Heke ez bixwazim ez mala xwe bifiroşim, buhayê wê 45-50 hezar e. Dewlet hem bi zarê min ji mala min derdixe, hem jî bedêla wê 13 hezarî dide. Ez vê qebûl nakim û ez li dijî îstîmlaqkirina lezgîn dahwedar im. Ez naxwazim mala xwe bifiroşim, çimkî dibêjin wê liv ir qereqolê çêbikin. Li nava qada jiyanê ya mirovan, cihê lîstika zarokan, cihê dibistan lê hene, çêkirina qereqolan ne tiştekî rast e. Heta êvarî zarokên me li derve dilîzin. Heke parka li vir jî here, wê zarokên me li kuderê bilîzin." 'EZ JI DEWLETÊ BAWER NAKIM' Bîçer diyar kir ku, ji ber ew jid ewletê bawer nake, tu bendewariyek wî jî ji dewletê tune ye û wiha bang li gel kir:"Bila tu kes mala xwe nede. Li Taxa Hasirliyê gelek hevalên min mexdûr bûn. Yên mala wan hebû çûn daîreya bacê, rayedaran ji wan re got hûn deyndarê dewletê ne û bi vî awayî mexdûr bûn. Ji ber vê ez ji dewletê bawer nakim."