Gola Wanê her diçe qirêj dibe 2016-12-11 09:15:54 WAN- Şaredariya Westanê ya AKP'yî ya ku got 'bimesrefê kêm' û çopên xwe dirijîne keviyên Gola Wanê, ji ber vê her diçe qirêjiya li keviyên golê zêde dibe. Gola Wanê, ji ber rijandina çopan a Şaredariya Westanê ya AKP'î qirêj dibe. Keviyên Gola Wanê yên di sînorê Taxa Karşiyakayê de ne, bi salan ji aliyê şaredariya AKP'î ve bi gotina 'bimesrefê kêm' çop lê tên rijandin. Keviyên golê yên veguherîn çopgehê, li gel dîmeneke kirêt, her wiha bi awayekî neyînî bandorê jî li tenduristiya giyaneweran dike. HER DIÇE GOL QIRÊJ DIBE Şerîda keviya golê bi qasî 2 kîlometreyan ji çopan xalî nabe û ji ber vê rêjeya qirêjiya golê jî her diçe zêde dibe. Çopên li seranserê keviyên golê kombûne, hat dîtin ku bi avê re dikevin bin golê û her wiha dîmena ku ji çopan jî xwe dide der, bi gelemşe û kirêtiyeke zêde xwe dide nîşandan. Qirêjiya li golê bi awayekî berbiçav balê dikêşe û ji ber çopên li keviyên kom bûne, biniya golê ya li peravan ji hêşîniyê veguheriya reşahiyê. BÊHNEKE GENÎ Ji ber çopên bi salan li keviyên golê kom bûne, bêhneke genî ji sernaserê herêmê tê. Çopn ku cazîbeya peravên golê bin pê dike, ji ber çop û bêhna genî êdî tu mirov bi wan deran ve naçin. Rayedarên şaredariyê yên heta niha li herêmê tu tevdîr negirtine û xebat nedane destpêkirin, li ber qirêjiya golê xwe li nedîtiyê datînin.