Tûristê ji bo betlanê hat Didimê hat girtin 2017-07-29 08:11:34 AYDIN - Welatiyê Îngiltere Joseph A.R. ku li gel malbata xwe ji bo betlanê hat navçeya Dîdîm a Aydinê bi îdîaya "Endamtiyarêxistinê" hat girtin. 3 turîstên ji bo betlanê hatin navçeya Dîdîm a Aydinê ya Tirkiye hatin binçavkirin. Ji 3 turîstan yek jê hat girtin. Welatiyê Îngîltere Joseph A.R. û welatiyê Bulgaristan Mira Y.A. û diya wî Veselina P.R.A. ji bo betlane hatin navçeya Dîdîm a Aydinê. Li ser îxbara "endamên rêxistinê ne" 3 tûrîst hatin binçavkirin. Ji 3 turistan Veselina P.R.A. li midûriyeta polîsan hat berdan. Tûrîst Joseph A.R. û Mira Y.A. jî sewqî Edliyeya Aydinê hatin kirin. Li dadgehê Joseph A.R. bi îdîaya “Endamtiya rêxistinê" û hat girtin û Mira Y.A. jî hat girtin.