Wekîla HDP'ê Konca hat berdan 2017-07-29 08:12:45 NAVENDA NÛÇEYAN - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca, ku girtî dihat darizandin serbest hat berdan. Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Besime Konca ku di meha gulanê de li Êlihê hat binçavkirin û girtin, di saetên êvarî de serbest hat berdan. Hat zanîn ku ji ber Konca berê di girtîgehê de mabû, girtina wê ya berê jî li ber çavan hat girtin û serbest hat berdan.