7 xebatkarên Cumhuriyetê hatin berdan 2017-07-29 08:14:54 STENBOL -1'emîn rûniştina doza Cumhuriyetê piştî roja 5'an bi awî bû. Di rûniştinê de der barê 7 rojnamegerên girtî yên Cumhuriyetê de biryara berdanê hat dayîn. 7 rojnameger ji Girtîgeha Sîlîvrî ya Stenbolê hatin berdan. Yekemîn rûniştina doza Rojnameya Cumhuriyetê ku 12 jê girti 17 rojnameger tên darizandin piştî 5 rojan li 27'emîn Dadgeha Cezayen Giran a Stenbolê hat ditin bi dawî bû. Pişti rûniştina 5 rojan, 7 rojnamegerên Cumhuriyetê yên 9 mehin girtî ne serbest hatin berdan. 7 rojnameger pişti biryara berdanê di saetên şevê de ji Girtîgeha Silivrî hatin berdan. Rojnameger, wekîlên CHP'e xizmên rojnamegerên girtî hatin Girtîgeha Sîlîvîrî û 7 rojnamegerên girtî Xêzvanê rojnameyê Musa Kart, Parêzerê Cumhuriyetê Mustafa Kemal Gungor û Bulent Utku û rojnameger Turhan Gunay, Onder Çelik, Guray Oz û Hakan Kara pêşwazi kirin. Rojnameger bi siloganên "çapemeniya azad nayê bêdengkirin" hatin pêşwazîkirin.