Bavê Fîgen Yuksekdag keça xwe vegot: Em ne li pişt wê ligel wê ne 2016-12-11 09:20:21 EDENE - Bavê Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag Mevlut Yuksekdag, diyar kir ku hêj keça wî 17 salî bû ji ber nirxên jê bawer dikin ji malê derketiye û wiha got: "Keça min cara yekê nîne dikeve girtîgehê beriya niha jî ketibû girtîgehê." Di 4'ê mijdarê de tevî 9 wekîlên Partiya Gelan a Demokratîk (HDP), Hevseroka Giştî ya HDP'ê Fîgen Yukserkdag jî hatibû binçavkirin û girtin. Bavê Yuksekdag Mevlut Yuksekdag, keça xwe vegot. KECA MIN JI XWENDIN Û NIVÎSANDINA HELBET PIR HEZ DIKE Mevlut Yuksekdag, da zanîn ku Fîgen Yuksekdag ji 10 zarokên wî ya 9'emîne û li navçeya Ceyhana Edneyê hatiye dinê û wiha got: "Fîgen dibistana seretayî, navîn û amadeyî li Ceyhanê xwend û ji dibistana seretayî heta niha ji xwendin û nivîsîna helbestan hez dike. Li dibistanê di her rojên cejnê de helbest xwendiye. Xwedî kesayetiyek hezkirî, biwijdan, biterbiye û bigurure. Keçên taxê li dijî zarokên xort diparast. Kesayetiya wê ji wê demê diyar bû, alîkarî dida hemû kesê. Li malê 5 ode hebûn, ji 5 odayan di 4 odeyan de pirtûkên wê hebûn, pirtûk gelek dixwendin. Bi sedan pitûk dixwend û hinek pirtûk jî dixist turbeyan û bi xwe re dibir. 'JI BO NIRXÊN JÊ BAWER DIKIR TÊKOŞIYA' Mevlut Yuksekdag, bi lêv kir ku keça wî di 17 saliya xwe de ji bo tevlî têkoşîna siyasî bibe ji mal derketiye û wiha pêde çû: "Dema keça min ji bo tevlî têkoşîna siyasî bibe ji mal derket hêjî zarok bû. 17-18 salî ji bo min hêj zarokin. Ez ji ciwantiya xwe heta niha pişt CHP'ê bûm. Di dema ku Ecevît 'karaoglan' bû min di baskên ciwanan û li teşkîlata navçeyê de bi awayekî aktîf siyaset da meşandin. Hemû zarokên min ji vê siyaseta min bi bandor bûbûn. Fîgen li gorî min baweriya wê bi fikrên hêj radîkal û sosyalîstir dihat. Ji ber wê me gelek nîqaş dikir û ez gelek jê aciz dibûm. Her kes dizane li vî welatî gelek ciwanên di temenê keça min de ji ber fikrên xwe hatin darvekirin, hatin girtin hene. Ji ber wê me xwest pêşiya wê bigirîn. Rojekê bêyî ku destûra min û dayîka wê hebe mal terikand. Em bi dayîka wê re gelek giriyan. Lê tucaran serê me neket ber me. Min got keça min ji bo mêr ne reviya ye. Ji bo nirxên jê bawer dikir bi têkoşe çûye. Kesekê gotinek ne got." 'EZ 3 SALAN BI FÎGEN RE NE AXIVÎM' Mevlut Yuksekdag, anî ziman ku ew demek dirêj bi keça xwe re ne axivî û wiha behsa li hevhatine keça xwe dike: "Fîgen dema çû, piştî demekê bi dayîka xwe re hevdîtin pêk danî lê min 3 salan pêre neaxivî. Wekî bavekê ez aciz bûbûm û bi hêrs bûm. Piştre roja cejnê hat, destê min maçî kir û ji wê rojê û pêde ez ne li pişt keça xwe ligel wê me." 'JI BER KU JI TÊKOŞÎNÊ BÊPAR HATIYE HIŞTIN EZ XEMGÎNIM' Bav Yuksekdag, destnîşan kir ku dema keça wê bû Seroka Giştî ya ESP'ê û heta niha piştgiriyê dide wê û wiha domand: "Piştî bi HDP'ê re bûn yek min hêj bêhtir piştgirî dayê. Min fam kir ku dê bi HDP'ê re hêviya aştiyê destpê bike û liher derî beav bibe. Ez niha tu wateyê nadim tengkirina partiyek siyasî ya wiha. Karê wam pir zore Xwedê alîkarê wan be. Min roja paştir ji hevalên wê zanîn ku keça min di saetên nîvê şevê de bil ez û bez hatiye binçavkirin. Ez ne ji ber hatiye binçavkirin û hatiye girtin xemgîn bûm. Ez jî 8 salan di girtîgehê de mam. Girtîgeh xwezayî ne, zehmetî û nexweşî jî gelekin lê siyaset zehmetire ger ku bikevî girtîgehê jî. Ew ne cara yekê ye diveke girtîgehê beriya niha jî ketibû girtîgehê. Ez ji ber ku ji têkoşînê bêpar hatiye hiştin xemgîn bûm." 'LIGEL HEMÛ TIŞTÎ JÎ EZ DIBÊJIM AŞTÎ' Yuksekdag, bi lêv kir k udi girtîgehê de wî rewş û moralê keça xwe baş dîtiye û wiha axivî: "Me bi awayekî xwezayî li girtîgehê hevdîtin pêk anî û em bi keyfxweşî vegeriyan. Keça min silav li hemû gel kir. Xwest ku her kes moralê xwe bilind bike û têkoşîna xwe bidomîne. Rewş û moralê keça min pir baş bû. Tu pirsgirêkên wê yên tendirûstî jî tune bûn. Em dixwazin di demek kin de aştî bê Tirkiyeyê. Heta dawî aştî, ji bo Xwedê, pexember û pirtûkê aştî. Xwedê dibêje aştî lê misliman mislimanan dikuje. Ligel hemû tiştî ez dibêjim aştî." Hamdullah Kesen - dîhaber