Turkdogan: Dorpêçkirin baweriya gel tesîs nake, hêrsa gel zêde dike 2017-07-29 09:04:52 AMED - Hevserokê Giştî yê ÎHD'ê Ozturk Turkdogan, piştî serdana "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya parlementerên HDP'î kir, nerînên xwe parve kirin. Turkdogan, got ku dorpêçkirina ku li Amedê didome dê duzena cemaweriyê tesîs neke, bereksê wê dê bi kêrî zêdebûna hêrsa gel bê. Li gel hemû astengiyan jî li Amedê Parka Ekîn Cerenê "Nobeta Wijdan û Edaletê" ya parlementerên HDP'î di roja 5'emîn de didome. Her ku diçe piştevaniya ji bo nobetê zêde dibe. Hevserokê Giştî yê Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Ozturk Turkdogan serdana nobetê kir û der barê "Nobeta Wijdan û Edaletê" de ji dîhaberê re axivî. ‘TIŞTÊN TÊN KIRIN DERÎ QANÛNA BINGEHÎN IN' Turkdogan, anî ziman ku pêkanînên OHAL'ê li Amedê cudatir tên sepandin. Turkdogan got ku, operasyonên binçavkirin û girtinê derûniyeke neyînî li bajêr belav kiriye. Turkdogan, balê kişand ser polîtîkayên rûxandinê yên li bajêr û diyar kir ku li bajêr bêdengiyek heye, lê belê ew vê bêdengiyê wek komkirina hêrsê dibîne. Turkdogan, anî ziman ku nobeta ku parlementerên HDP'ê dane destpêkirin ji bo gel hatiye astengkirin û park hatiye dorpêçkirin û wiha axivî: "Tevdîrên zaf tengaviyî tên sepandin. A rast ev derî Qanûna Bingehîn û derî qanûnê ne. Astengkirina hevdîtina parlementeran û gelê ku wan hilbijartiye, binpêkirineke derî Qanûna Bingehîn e." ‘ASTA KU AKP HATIYÊ ASTEKE ZAF XETERNAK E' Turkdogan, dest nîşan kir ku di çalakiyê de tu unsûreke şidetê tune ye û çalakî tu qanûnan bi pê nake. Turkdogan, xwest ku demildest dawî li van pêkanînên çewsîner û OHAL'ê bê. Turkdogan, anî ziman ku dorpêçkirina bajêr di ser şaredariyan re tê sepandin û vîna gel tê tunekirin. Turkdogan wiha domand: "Ev ne tayînkirina qeyûm filan û bêvan e, desteserkirin e." Turkdogan diyar kir ku asta ku îktîdara AKP'ê hatiyê zaf xeternak e û wiha got: "Partiyeke ku got ez ê pirsgirêka kurd çareser bikim, demokratîk bikim, bibim endamê Yekîtiya Ewropayê ket rê, feraseta yekparêzî, vegotineke netewperest û bêdengkirine muxalefeta nav partiyê esas digire. Ev rewşeke zaf xeternak e." ‘LIDARXISTINA ÇALAKIYAN TABIÎ DESTÛRA HINEKAN NAYÊ KIRIN' Turkdogan ji bo barîkatên ku bi awayekî duqorî li dora parkê hatine danîn jî wiha got: "Wisa dixuyê ku dewlet ji ya parlementerên CHP'ê bêtir girîngiyê dide ewlehiya parlementerên HDP'ê. Parlementerên CHP'ê heta Stenbolê meşiyan, lê belê evqasî nehatibûn dorpêçkirin." Turkdogan, dest nîşan kir ku meşa CHP'ê meşeke girîng bû û wiha got: "Erdogan gotinên wek 'ji ber ku me destûr da meşiya' kirin. Ev gotin ne gotinên rast in, meşa pêşengekî muxalefeta sereke tabiî destûra hin kesan nayê kirin." ‘ZÛ AN JÎ DERENG DÊ MASEYA AŞTIYÊ BÊ DANÎN' Turkdogan, dest nîşan kir ku divê îktîdara siyasî dawî li şerê xwe yê bi welatiyên xwe re bîne û wiha got: "Welatekî biramin, li hemberî 20 milyon welatiyên xwe polîtîkayekê cuda bi rê ve dibe. Hûn nikarin bi van polîtîkayan xwe bigihînin tu derî." Turkdogan, anî ziman ku îktîdar mecbûr e ku bi hemû nîjadên li welat re baş tevbigere û wiha got: "Bi binçavkirin, çavtirsandin, girtin, gefxwarinê mirov nagihê cihekî." Turkdogan, got ku ev pêkanîn pêkanînên sedsala 20'emîn in û divê bên terkkirin. Turkdogan, diyar kir ku hejmara kesên ku di nêvenga şerî de jiyana xwe ji dest dane hejmareke zaf zêde ye û wiha axivî: "Van mirovan bi hezaran zarokên xwe winda kirin. Ma hêjayî vê bû? Zû an dereng dê li vî welatî maseya aştiyê bê danîn. Kes nikare vê yekê asteng bike, çimkî dîrok ji me re vê yekê dibêje." Turkdogan, anî ziman ku ji 7'ê Hezîrana 2015'an heta niha bi awayekî fiîlî li Tirkiyeyê rejîma OHAL'ê heye û wiha axivî: "A rast modela 'Serokatiya Tîpa Tirk' tiştekî wisa ye. Wisa tê ferzkirin ku bi van pêkanînan duzena cemaweriyê tê tesîskirin. Dibe ku di wadeyeke kurt de wisa bixuyê, lê belê dê tesîrên wê yên din hemû di pêşerojê de derkevin holê." Turkdogan, anî ziman ku bi zindanîkirina yên din dewlet nayên birêvebirin û divê îktîdara siyasî vê yekê baş fêm bike û li paş xwe vegere û li dîroka cîhanê binere.