Li dijî rûxantinê serhildana darekê 2016-12-11 09:21:42 MÊRDÎN- Li taxa Kanîka ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê dewletê hemû xaniyên taxê xera kiriye û kevir li ser kevir nehiştiye. Li taxê şûna mal, kolan, rez û baxçeyan moloz mane. Di navan molozan de dara mandalînê wek şahidê berxwedana taxê disekine û serî hildaye. Dara ku qirnê wê jî derketiye derve ji zindîtiya xwe tu tişt winda nekiriye. Wêne :Fethî Balaman