Hêzên rejîma Îranê 2 kolber birîndar kirin 2017-07-29 11:11:07 NAVENDA NÛÇEYAN - Hêzên rejîma Îranê êrîşî komek kolberan kir. Di êrîşê de kolber bi giranî birîndar kirin. Li gorî nûçeya Rêxistina Mafê Mirov a Hengaw, li ser sînorê bajarê Pîranşar ê girêdayî parêzgeha Urmiyê, komek kolber dema ji Başûrê Kurdistanê vedigeriyan Rojhilat mayîn bi wan de teqiya. Di teqîna mayînê de lingê kolberekî jê bû. Piştî teqîna mayînê hêzên rejîma Îranê jî kolber gulebaran kirin û guleleyek li serê kolberekî ket. Hat diyarkirin ku kolberê lingê wî jê bûye Mensûr Resûlî Azer e û ji gundê Konexanê girêdayî Pîranşar e. Azer niha li nexweşxaneyê tê dermankirin. Kolberê din jî di êrîşa çekdarî ya hêzên rejîma Îranê de birîndar bû jî Celal e û bi giranî birîndar bûye. Doktoran ji malbata Celal re diyar kirin ku rewşa wî pir xetere û metirsiya jiyana xwe ji dest bide heye.